¹ Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin. ² Erd vikîvala û bêşikil bû. Tariyê kûrahî radipêça û Ruhê Xwedê li ser rûyê avê digeriya. ³ Xwedê got: “Bila ronahî çêbe.” Ronahî çêbû. ⁴ Xwedê dît ku ronahî qenc e û wî ronahî ji tariyê veqetand. ⁵ Xwedê navê ronahiyê “Roj” û navê tariyê “Şev” danî. Bû êvar û sibe, ev roja pêşî bû. ⁶ Xwedê got: “Bila di nava avê de qûbeyek çêbe ku avê ji hev veqetîne.” ⁷ Xwedê qûbeyek çêkir û ava bin qûbeyê, ji ava ser wê veqetand. Wisa jî bû. ⁸ Xwedê navê qûbeyê “Ezman” danî. Bû êvar û sibe, ev roja diduyan bû. ⁹ Xwedê got: “Bila ava di bin ezmanan de li derekê bicive û bejahî bê dîtin.” Wisa jî bû. ¹⁰ Xwedê navê bejahiyê “Erd” û navê ava civiyayî “Derya” danî. Xwedê dît ku ev qenc e. ¹¹ Xwedê got: “Bila li erdê giya û şînahiyên bi dar û ber çêbin û li gorî cureyên xwe ber û fêkî bidin.” Wisa jî bû. ¹² Li erdê giya û şînahiyên bi dar û ber çêbûn ku li gorî cureyên wan ber û fêkî didan. Xwedê dît ku ev qenc e. ¹³ Bû êvar û sibe, ev roja sisêyan bû. ¹⁴ Xwedê got: “Bila di qûbeya ezmên de ronahî çêbin ku roj û şevê ji hev veqetînin û ji roj, demsal û salan re bibin nîşan. ¹⁵ Bila ev di qûbeya ezmên de bibin ronahî ku ronahiyê bidin erdê.” Wisa jî bû. ¹⁶ Xwedê du ronahiyên mezin çêkirin: Ya mezin ji bo ku serweriyê li rojê bike, ya biçûk jî, ji bo ku serweriyê li şevê bike. Wî stêr jî çêkirin. ¹⁷ Xwedê ew di qûbeya ezmên de bi cih kirin ku ew ronahiyê bidin erdê, ¹⁸ serweriyê li şev û rojê bikin û ronahî û tariyê ji hev veqetînin. Xwedê dît ku ev qenc e. ¹⁹ Bû êvar û sibe, ev roja çaran bû. ²⁰ Xwedê got: “Bila av kerî bi kerî bi afirîdên jîndar tije be û bila li ser erdê, li qûbeya ezmên çivîk bifirin.” ²¹ Xwedê cinawirên deryayê yên mezin, hemû keriyên jîndar ên tevdigerin û çivîkên difirin li gorî cureyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e. ²² Xwedê ew pîroz û bereket kirin û got: “Zêde û berdar bin, ava deryayan dagirin. Bila çivîk li erdê zêde bin.” ²³ Bû êvar û sibe, ev roja pêncan bû. ²⁴ Xwedê got: “Bila erd li gorî cureyên wan afirîdên jîndar, heywanên kedî, afirîdên bi erdê ve dişêlin û heywanên kovî derîne.” Wisa jî bû. ²⁵ Xwedê li gorî cureyên wan heywanên kovî, kedî û hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00