²⁶ Xwedê got: “Em mirovan di sûretê xwe de çêkin ku bişibin me. Bila ew bibin serwerên masiyên avê, çivîkên ezmanan, heywanên kedî, hemû afirîdên bi erdê ve dişêlin û seranserê dinyayê.” ²⁷ Xwedê mirov di sûretê xwe de, di sûretê Xwedê de afirandin. Wî ew bi awayê nêr û mê afirandin.
⁷ Xwedê Xudan Adem ji axa erdê çêkir û hilmê pif kir pozê wî. Bi vî awayî Adem bû canekî jîndar. ⁸ Xwedê Xudan li rojhilat, li Êdenê bexçeyek çand û Ademê ku şikil dabûyê danî wê derê. ⁹ Xwedê Xudan ji axê cûr bi cûr darên spehî û xweşfêkî gihandin. Di nava bexçeyê de dara jiyanê û dara zanîna qencî û xerabiyê jî hebû.
¹⁵ Xwedê Xudan Adem hilda û li nav Bexçeyê Êdenê danî ku li wê derê bixebite û hay jê hebe. ¹⁶ Xwedê Xudan li Adem emir kir û got: “Tu dikarî ji her dara bexçe bixwî, ¹⁷ lê ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Çimkî gava tu jê bixwî, tê esse bimirî.” ¹⁸ Xwedê Xudan got: “Ne baş e ku Adem tenê bimîne, ezê alîkareke li gorî wî jê re çêkim.” ¹⁹ Xwedê Xudan tevahiya heywanên erdê û çivîkên ezmanan ji axê çêkir. Wî hemû anîn ba Adem ku bibîne, wê çi navî li wan bike. Adem bi çi navî bangî afirîdên jîndar kir, ew bû navê wan. ²⁰ Adem nav li hemû heywanên kedî, heywanên kovî û çivîkên ezmanan danî. Lê ji bo Adem alîkareke li gorî wî nehat dîtin. ²¹ Xwedê Xudan kir ku Adem bikeve xeweke giran. Hê di xewê de bû, wî parsûyekî wî derxist û goşt xist cihê wî. ²² Xwedê Xudan ji wî parsûyê ku ji bedena Adem derxistibû, jinekê çêkir û anî ba wî. ²³ Li ser vê yekê Adem got: “Niha ev hestî ji hestiyê min, Goşt ji goştê min e. Wê jê re ‘Jin’ bê gotin, Çimkî ew ji mêr hat hildan.” ²⁴ Ji ber vê yekê wê mêr dev ji dê û bavê xwe berde, bi jina xwe ve bê girêdan û wê herdu bibin bedenek. ²⁵ Adem û jina wî tazî bûn lê şerm nedikirin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00