⁵ Xudan dît ku xerabiya mirovan li dinyayê gelekî zêde bûye û fikrên dilê wan jî herdem li ser xerabiyê ne. ⁶ Xudan ji afirandina mirovan poşman bû û dilê wî êşiya.
⁹ Serpêhatiya Nûh ev e: Nûh mirovekî rast û di nav nifşê xwe de kamil bû û bi Xwedê re diçû. ¹⁰ Sê kurên Nûh hebûn: Sam, Ham û Yefet. ¹¹ Di çavê Xwedê de dinya xera bûbû û bi zordariyê tije bûbû. ¹² Xwedê dît ku dinya çawa xera bûye, li ser rûyê erdê hemû beşer ji rê derketibû. ¹³ Xwedê ji Nûh re got: “Dawiya hemû beşerê hat ber min. Çimkî ji rûyê wan zordarî zêde bû. Ezê bi wan re rûyê erdê jî tune bikim. ¹⁴ Tu ji dara goferê gemiyekê ji xwe re çêke û di hûndirê wê de odeyan çêke. Hûndir û derveyê wê qîr bike. ¹⁵ Divê tu gemiyê bi vî awayî çêkî: Wê dirêjahiya wê sê sed, berfirehiya wê pêncî û bilindahiya wê sî gaz be. ¹⁶ Banê gemiyê jî çêke û bi qasî gazekî kûlekekê jî tê de veke. Derî bixe tenişta gemiyê û qatên jêrîn, navîn û jorîn çêke. ¹⁷ Va ye, ezê li ser rûyê erdê tofanê rakim û hemû jîndarên di bin ezmanan de ku hilma jiyanê bi wan re heye tune bikim. Wê her bedena li ser rûyê erdê helak bibe. ¹⁸ Lê ezê bi te re peymanekê çêkim. Tu bi kurên xwe, bi jina xwe û bi bûkên xwe re li gemiyê siwar bibe. ¹⁹ Ji bo ku bi te re sax bimînin, tu ji her cureyên jîndaran, ji hemû beşerê cotekî, yek nêr, yek mê, bi xwe re bixe gemiyê. ²⁰ Wê ji her cureyên çivîkan, heywan û afirîdên ku bi erdê ve dişêlin cotek bên ba te ku sax bimînin. ²¹ Ji xwe re û ji wan re her cure xurek bibe nav gemiyê û bike qût.” ²² Nûh ev yek kir. Wî her tiştê Xwedê lê emir kiribû, pêk anî.
¹⁷ Tofan çil rojan berdewam kir. Av gelekî zêde bû û gemî ji erdê bilind kir. ¹⁸ Her ku diçû av zêdetir dibû. Gemî jî bi ser avê ket. ¹⁹ Av ewqas bilind bû ku hemû çiyayên di bin tevahiya ezmên de nixamtin. ²⁰ Av panzdeh gaz bi ser çiyayan ket. ²¹ Hemû beşera ku li ser rûyê erdê tevdigere helak bû; çivîk, heywanên kedî, heywanên çolê, afirîdên dişêlin û hemû mirov. ²² Hemû yên ku hilma jiyanê di pozê wan de hebû, li ser rûyê erdê mirin. ²³ Her jîndarên li ser rûyê erdê hatin rakirin. Ji mirovan bigire heta heywanan, heta afirîdên ku dişêlin û heta çivîkên ezmanan jî, ji ser rûyê erdê hatin rakirin. Tenê Nûh û yên pê re li gemiyê siwar bûbûn, rizgar bûn. ²⁴ Av sed û pêncî rojan li ser erdê ma.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00