¹ Di destpêkê de zimanê mirovên tevahiya dinyayê yek bû û wekî hev dipeyivîn. ² Gava wan ber bi rojhilat ve koç kir, li welatê Şînarê deştek dît û li wir bi cih bûn. ³ Wan ji hev re got: “Werin em kelpîçan çêkin û baş bipêjin.” Di cihê keviran de kelpîç û di cihê xercê de jî zift bi kar anîn. ⁴ Piştre got: “Werin em ji xwe re bajarekî ava bikin û birceke ku bigihîje ezmanan çêkin ku nav û dengê me derkeve û em li tevahiya rûyê erdê belav nebin.” ⁵ Xudan daket jêr, ji bo ku bajêr û birca mirovan çêdikirin bibîne. ⁶ Xudan got: “Va ye, ew yek milet in. Zimanê wan hemûyan yek e û ev bi tenê destpêka kirinên wan e. Êdî tu tiştê ku dixwazin bikin ji wan re nabe zehmet. ⁷ Werin, em berjêr bin, zimanên wan tevlihev bikin ku ji hev fêm nekin.” ⁸ Îcar Xudan ew ji wir li ser tevahiya rûyê erdê belav kirin û wan dev ji avakirina bajêr berda. ⁹ Ji ber vê yekê ji bajêr re “Babîl” hat gotin. Çimkî Xudan li wir zimanên hemû mirovan tevlihev kirin. Ji wir Xudan bi ser tevahiya rûyê erdê ve belav kirin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00