¹ Xudan ji Avram re got: “Dev ji welatê xwe, ji gelê xwe û ji mala bavê xwe berde û here wî welatê ku ezê nîşanî te bidim. ² “Ezê te bikim miletekî mezin û te pîroz û bereket bikim. Ezê nav û dengê te derxim û tê bibî kaniya bereketê. ³ Kesên te pîroz bikin, ezê jî wan pîroz bikim. Kesê ku nifiran li te bike, ezê naletê lê bînim. Wê hemû eşîrên dinyayê bi te pîroz bibin.” ⁴ Çawa ku Xudan jê re gotibû, Avram bi rê ket. Lût jî pê re çû. Gava Avram ji Heranê derket, heftê û pênc salî bû. ⁵ Wî bi xwe re Seraya jina xwe, Lûtê biraziyê xwe, hemû malê xwe yê qezenckirî û xulamên xwe yên ku li Heranê bi dest xistibûn, civandin û çûn welatê Kenanê. Gava gihîşt Kenanê, ⁶ Avram li welêt geriya û heta ber darmaziya Moreyê ya li Şexemê çû. Wan rojan Kenanî li wê derê dijiyan. ⁷ Xudan li Avram xuya bû û got: “Ezê vî welatî bidim ziriyeta te.” Avram li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir ku lê xuya bû.
¹ Piştî van tiştan gotina Xudan di dîtiniyekê de ji Avram re hat û got: “Netirse Avram. Ez mertalê te me, wê xelata te gelek mezin be.” ² Lê Avram got: “Ya Reb Xudan, tê çi bidî min? Ez bêziriyet im. Mîrasgirê mal û milkê min Êliyezerê Şamî ye.” ³ Wî berdewam kir û got: “Ji ber ku te zarok neda min, wê xulamekî ku nav mala min çêbû, li ser mîrasa min rûne!” ⁴ Gotina Xudan dîsa jê re hat û got: “Ev mirov nabe mîrasgirê te. Kurekî ji bedena te wê bibe mîrasgirê te.” ⁵ Xudan Avram derxist derve û got: “Li ezmanan binêre! Gelo tu dikarî stêran bijmêrî? Wê ziriyeta te jî evqas zêde be!” ⁶ Avram bawerî bi Xudan anî û Xudan ev jê re wekî rastiyê hesab kir.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00