¹ Xudan li welatê Misrê ji Mûsa û Harûn re got: ² “Ev meh wê ji bo we bibe meha yekê. Wê ji we re bibe meha pêşî ya salê. ³ Ji tevahiya civaka Îsraêl re bêjin: ‘Di roja dehê vê mehê de bila herkes ji malbata xwe re pezekî bikire. Divê pezek bibe para her malê.
²¹ Mûsa hemû rîspiyên gelê Îsraêl civandin û ji wan re got: “Rabin ji bo malbatên xwe pez hilbijêrin û wekî qurbana Derbasbûnê serjê bikin. ²² Qevdekî giyayê cehtirê hildin, di nav xwîna tasê de bigerînin, li serder û kêlekên derî bixin. Bila heta serê sibê kes ji mala xwe dernekeve. ²³ Xudan ji bo li Misriyan bixe wê derbas be. Gava ew li serder û kêlekên deriyên we xwînê bibîne, wê di ser re derbas bibe û wê nehêle yê helak dike bikeve malên we û li we bixe. ²⁴ “Hûnê vê ji bo xwe û ji bo zarokên xwe wekî qanûneke herheyî pîroz bikin. ²⁵ Gava hûn hatin wî welatê ku wê Xudan li gorî soza xwe bide we, hûnê vê adetê pêk bînin. ²⁶ Çaxê zarokên we ji we bipirsin û bêjin: ‘Wateya vê adetê çi ye?’ ²⁷ wê gavê ji wan re bêjin: ‘Ev qurbana Cejna Xudan a Derbasbûnê ye. Çimkî gava Xudan li Misriyan xist, di ser malên me re derbas bû û em xilas kirin.’” Gelê Îsraêl deverû çû erdê û perizî. ²⁸ Ew çûn û çawa ku Xudan li Mûsa û Harûn emir kiribû, wisa kirin. ²⁹ Nîvê şevê Xudan li hemû nixuriyên li welatê Misrê xistin. Ji nixuriyê Firewn ê li ser têxt bigire heta nixuriyê girtiyê hepsê, wî hemû nixuriyên mirov û heywanan kuştin. ³⁰ Wê şevê Firewn, hemû karmendên wî û hemû gel hişyar bû û li tevahiya Misrê hewar bilind bû. Çimkî malek nema ku mirî tê de nebin. ³¹ Wê şevê Firewn gazî Mûsa û Harûn kir û ji wan re got: “Rabin, hûn û gelê Îsraêl ji nav gelê min derkevin. Çawa ku we gotibû rabin û xulamiya Xudan bikin!
⁴⁰ Gelê Îsraêl çar sed û sî sal li Misrê jiyabû. ⁴¹ Di dawiya çar sed salan de, gelê Xudan wê rojê ref bi ref ji welatê Misrê derket. ⁴² Ew şev bû adet ku Xudan gelê Îsraêl ji welatê Misrê deranî. Wê ew şev bibe adeteke wisa ku hemû gelê Îsraêl nifş bi nifş pîroz bike.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00