¹ Xwedê tevahiya van tiştan got: ² “Ez Xwedayê te Xudan im ku tu ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranî. ³ “Wê ji min pêve tu îlahên te tunebin. ⁴ “Tê ji xwe re pûtê tu tiştan çênekî ku dişibe tiştekî li ezmanan, li ser erdê yan jî di avên di bin erdê de ye. ⁵ Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefretê dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim. ⁶ Lê kesên ji min hez dikin û emrên min pêk tînin, ez bi hezar nifşan ji bo wan dilsoz im. ⁷ “Tê navê Xwedayê xwe Xudan vala neyînî ser zimanê xwe. Çimkî Xudan kesên navê wî vala tînin ser zimanê xwe bêceza nahêle. ⁸ “Tê Roja Septê bi bîr bînî û pîroz bihesibînî. ⁹ Tê şeş rojan bixebitî û hemû karên xwe bikî, ¹⁰ lê roja heftan ji bo Xwedayê te Xudan Sept e. Wê rojê tu, kurê te, keça te, xulamê te, xadima te, heywanên te û xerîbên di nav te de, hûnê tu karî nekin. ¹¹ Çimkî Xudan erd û ezman, derya û hemû tiştên di wan de, di şeş rojan de çêkirin û di roja heftan de bêhna xwe veda. Loma Xudan Roja Septê pîroz û bereket kir û wekî rojeke pîroz nîşan kir. ¹² “Qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te li welatê ku Xwedayê te Xudan dide te, dirêj be. ¹³ “Tê kuştinê nekî. ¹⁴ “Tê zinayê nekî. ¹⁵ “Tê nedizî. ¹⁶ “Tê li dijî cîranê xwe şahidiya derewîn nekî. ¹⁷ “Tê çav bernedî mal û milkê cîranê xwe. Tê çav bernedî jin, xulam, xadim, ga, ker an jî tu tiştekî cîranê xwe.”
¹ Xudan ji Mûsa re got: ² “Heke kesek bi vî awayî guneh û nedilsoziyê li dijî Xudan bike; di tiştekî ku lê hatiye emanetkirin, tiştekî ku danîne ba wî, yan di tiştekî ku hatiye dizîn de cîranê xwe bixapîne yan jî neheqiyê bike ³ yan tiştekî windabûyî bibîne û derewan bike, bi derewan sond bixwe, ango ji van sûcên ku mirov dikin yekî bike, ⁴ wî çaxî wî guneh kiriye û ew sûcdar e. Wê ya ku diziye yan bi neheqî bi dest xistiye, ya ku lê hatiye emanetkirin an tiştê windabûyî yê ku dîtiye ⁵ yan tiştê ku bi derewan li ser sond xwariye, ji pêncan yekî jî deyne ser û roja ku pêşkêşiya berdêlê tîne, bi şûn de bide xweyê wî. ⁶ Wê ji bo Xudan, wekî pêşkêşiya berdêlê beranekî bêqisûr ê ku hêja ye bîne û bide kahin. ⁷ Wê kahin ji bo wî li hizûra Xudan kefaretê bide û wê ew kes ji ber çi sûc kiribe, wê bê bexişandin.”
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00