¹⁰ Piştî ku tevahiya wî nifşî mir û gihîşt bav û kalên xwe, nifşekî din rabû ku Xudan û ya ku wî ji bo gelê Îsraêl kiriye nizanibû. ¹¹ Gelê Îsraêl tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wan xulamiya Baalan kir. ¹² Wan dev ji Xwedayê bav û kalên xwe Xudan berda ku ew ji welatê Misrê deranîn. Ew li pey îlahên gelên din ên ku li der û dora wan dijîn ketin. Ew li ber wan deverû çûn erdê û Xudan hêrs kir. ¹³ Wan dev ji Xudan berda û xulamiya Baal û Eştoretan kir. ¹⁴ Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin. ¹⁵ Çawa ku Xudan ji wan re gotibû û sond xwaribû, gava diçûn şer, destê Xudan li dijî wan bû. Loma ew ketin tengasiya mezin. ¹⁶ Li ser vê yekê Xudan dadger derxistin ku wan ji destê talankaran rizgar bikin. ¹⁷ Lê wan guhdariya dadgerên xwe jî nekir. Wan bêbextî kir û da pey îlahan. Ew li ber wan deverû çûn erdê. Wan zû dev ji riya bav û kalên xwe yên ku guh didan emrên Xudan, berda. Wan wisa nekir. ¹⁸ Gava Xudan ji bo wan dadgerek derdixist, Xudan pê re bû û wî dadgerî di hemû rojên xwe de ew ji destê dijminê wan rizgar dikir. Çimkî Xudan ji ber nalîna wan a ku zordaran tengasî dida wan, li ber wan diket. ¹⁹ Lê gava dadger dimiriya, dizivirîn û ji bav û kalên xwe bêtir xera dibûn. Wan dîsa dida pey îlahan, xulamiya wan dikirin û li ber wan deverû diçûn erdê. Wan dev ji tu kar û riya serhişkiyê bernedida. ²⁰ Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû. Wî got: “Ji ber ku vî miletî peymana min a ku min li bav û kalên wan emir kir xera kir û guhdariya dengê min nekir, ²¹ ezê êdî ji ber wan tu miletî neqewitînim ku Yêşû di dema mirina xwe de hiştiye.” ²² Xudan gelê Îsraêl bi van miletan ceriband, ka wê wekî bav û kalên xwe li ser riya wî bimeşin an na. ²³ Xudan di carekê de ew neqewitandin û nedan destê Yêşû. Xudan ew milet hiştin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00