¹ Lê wê tarîtiya welatê dilteng nemîne. Berê Xwedê herêmên Neftelî û Zevûlon biçûk xist, lê di dema bê de, wê herêmên Riya Deryayê, aliyê din ê Çemê Şerîayê, Celîleya miletan birûmet bike. ² Gelê ku di tariyê de diçe, Wê ronahiyeke mezin bibîne. Li ser şêniyên welatê tariya kur, Wê bibe ronahî. ³ Te milet zêde kir, Tê şahiya wan jî mezin bikî. Di dema palehiyê de şahî çawa be, Di dema parvekirina talên de çoşbûn çawa be, Wê li pêş te jî wisa şa bibin. ⁴ Çimkî çawa ku te di roja Mîdyanê de şikandin, Tê nîrê li ser wan dibe bar, Darê zilma li ser milê wan, Gopalê li ser pişta wan bişikênî. ⁵ Her bota şervanê çûye şer, Cilên di xwînê de hatine gevizandin, Wê ji bo êgir bibin êm û bişewitin. ⁶ Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be. ⁷ Ji bo textê Dawid û padîşahiya wî, Wê serwerî her ku biçe zêde bibe Û dawiya aştiyê neyê. Wê serweriya xwe li ser heqî û edaletê ava bike Û ji niha û heta hetayê bidomîne. Wê xîreta Xudanê Karîndar vê yekê pêk bîne.
²⁶ Di meha şeşan de Xwedê milyaket Cibrayîl şand bajarekî Celîlê, ku navê wê Nisret bû, ²⁷ ba keçikeke ku dergistiya mirovekî bi navê Ûsiv bû. Ûsiv ji mala Dawid bû. Navê keçikê jî Meryem bû. ²⁸ Cibrayîl hat ba wê û jê re got: «Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e. Xudan bi te re ye.» ²⁹ Meryem bi vê silavê şaş ma û fikirî, ka ev çi silav e? ³⁰ Milyaket jê re got: «Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye. ³¹ Va ye, tê bizaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa deynî. ³² Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Berz bê gotin. Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. ³³ Û ewê her û her li ser mala Aqûb padîşahiyê bike û dawiya padîşahiya wî nayê.» ³⁴ Meryemê ji milyaket re got: «Ma gelo evê çawa çêbe? Çimkî tu mêr nêzîkî min nebûne.» ³⁵ Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin. ³⁶ Û va ye, Êlîzabêt a ku mirova te ye, ew jî bi vê pîrîtiya xwe ve bi kurekî bizaro ye. Ya ku jê re digotin ku zarokan nayne, va ye, ew di heyva xwe ya şeşan de ye. ³⁷ Çimkî tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.» ³⁸ Meryemê got: «Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe.» Piştre milyaket ji ba wê çû.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00