¹ Di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da, ku hemû xelkên dinya Romayê bên jimartin. ² Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hejmartina pêşî bû ku hat kirin. ³ Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn. ⁴ Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê çû Beytlehmê, bajarê Dawid ê li Cihûstanê, çimkî ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû. ⁵ Ew çû wê derê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû. ⁶ Gava ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat ⁷ û wê kurê xwe yê nixurî anî. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû. ⁸ Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt. ⁹ Milyaketekî Xudan ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan. ¹⁰ Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye. ¹¹ Îro li bajarê Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan Mesîh e. ¹² Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.» ¹³ Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin: ¹⁴ «Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet Û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.» ¹⁵ Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.» ¹⁶ Îcar ew bi lez çûn. Wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin. ¹⁷ Gava ew dîtin, wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin. ¹⁸ Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku şivanan ji wan re got, şaş man. ¹⁹ Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û kûr li ser wan difikirî. ²⁰ Şivan vegeriyan; ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan û rûmet didanê. Her tiştî, bi awayê ku ji wan re hatibû gotin dîtibûn.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00