¹ Û Îsa bi Ruhê Pîroz tije ji Çemê Urdunê vegeriya. Ruh ew bir çolê ² û ew çil rojî ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Wî di wan rojan de tiştek nexwar û gava ew roj derbas bûn, ew birçî bû. ³ Îblîs jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ji vî kevirî re bêje, bila bibe nan.» ⁴ Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî.› » ⁵ Îblîs ew derxist bilindahiyekê û di bîhnekê de wî hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî wî dan ⁶ û jê re got: «Ezê hemû vê desthilatiyê û rûmeta van padîşahiyan bidim te; çimkî ew ji min re hatiye dayîn û ez dikarim wê bidim wî yê ku ez dixwazim. ⁷ Îcar, eger tu ji min re herî ser çokan, hemû wê bibin ên te.» ⁸ Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.› » ⁹ Hingê Îblîs ew bir Orşelîmê, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. ¹⁰ Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike, da ku ew te biparêzin› ¹¹ û ‹ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.› » ¹² Îsa lê vegerand û got: «Hatiye gotin: ‹Xudan, Xwedayê xwe neceribîne.› » ¹³ Û gava Îblîs hemû ceribandinên xwe xilas kirin, ew wextekê jê dûr ket. ¹⁴ Û Îsa bi hêza Ruhê Pîroz vegeriya Celîlê û li seranserê wî cihî nav û dengê wî belav bû. ¹⁵ Wî di kinîştên wan de hîn dikir û hemûyan pesnê wî dida. ¹⁶ Û ew hat Nisretê, cihê ku lê mezin bûbû û wek adeta xwe, roja Şemiyê ket kinîştê, rabû ser xwe, da ku ji wan re bixwîne. ¹⁷ Kitêba Îşaya pêxember dan wî. Gava wî nivîsara lihevpêçayî vekir, wî ew cih dît ku tê de weha hatibû nivîsîn: ¹⁸ «Ruhê Xudan li ser min e, Çimkî wî ez mesh kirime, Da ez Mizgîniyê bidim belengazan; Wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê Û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin, Bindestan azad bikim ¹⁹ Û sala Xudan a keremê bidim naskirin.» ²⁰ Wî kitêb li hev pêça, ew da destê yê berdestî û rûnişt. Çavên hemûyên ku di kinîştê de bûn, li wî diman. ²¹ Îcar wî dest pê kir û ji wan re got: «Îro ev nivîsara ku we bihîst, hat cih.» ²² Û hemûyan ew erê kir û li wan gotinên wî yên merdane, yên ku ji devê wî derdiketin, şaş man û gotin: «Ma ev ne kurê Ûsiv e?»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00