¹⁷ Rojekê, çaxê wî hîn dikir, Fêrisî û Şerîetzan jî li wir rûniştibûn. Ew ji her gundên Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Hêza Xudan ji bo qenckirina nexweşiyên wan pê re bû. ¹⁸ Hingê hin zilaman yekî felcî di nav nivînan de anî û dixebitîn ku wî bînin hundir û deynin ber Îsa. ¹⁹ Lê gava wan ji ber elaletê tu rê nedît ku wî bînin hundir, ew hilkişiyan ser bên, keremîtik rakirin û ew tevî nivînên wî daxistin navendê ber Îsa. ²⁰ Gava wî baweriya wan dît, ji yê felcî re got: «Ey mirovo! Li gunehên te hat bihûrtin.» ²¹ Şerîetzan û Fêrisiyan dest pê kir, fikirîn û gotin: «Ma evê ku çêrî Xwedê dike kî ye? Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?» ²² Îsa bi fikrên wan hesiya, wî bersîv da û ji wan re got: «Ma hûn çima tiştên weha di dilê xwe de dibêjin? ²³ Ma kîjan hêsanîtir e? Ez bêjim: ‹Gunehên te li te hatin bihûrtin!› an ku ez bêjim: ‹Rabe û rêve here!› ²⁴ Lê ji bo ku hûn bizanin desthilatiya Kurê Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre», ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim, rabe nivînên xwe hilîne û here mala xwe.» ²⁵ Ew jî di cih de li pêş wan rabû ser xwe, rahişt wan nivînên ku ew di nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da. ²⁶ Hemû li vê yekê heyirî man, pesnê Xwedê dan, dilê wan tije tirs bû û gotin: «Îro me tiştên ecêb dîtin.» ²⁷ Piştî vê yekê Îsa derket derve û bacgirekî rûniştî di bacxanê de dît, ku navê wî Lêwî bû. Wî jê re got: «Li pey min were.» ²⁸ Wî jî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey wî çû. ²⁹ Lêwî jê re di mala xwe de ziyafetek da. Li ser sifrê bi wan re hejmareke mezin ji bacgiran û hinekên din rûniştibûn. ³⁰ Îcar Fêrisiyan û zaneyên wan ên Şerîetê di serê şagirtên wî de kirin pitepit û gotin: «Çima hûn bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?» ³¹ Îsa li wan vegerand û got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in. ³² Ez nehatime, ku ji bo tobekirinê gazî rastan bikim, lê ez hatim ku gazî gunehkaran bikim.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00