³⁵ Wê rojê, gava ku bû êvar, Îsa ji şagirtên xwe re got: «Em derbasî wî aliyê golê bibin.» ³⁶ Şagirt ji elaletê veqetiyan, ketin qeyika ku Îsa tê de bû û wan ew bi xwe re bir. Qeyikên din jî bi wî re bûn. ³⁷ Îcar bagereke mezin rabû, pêlan wisa li qeyikê dixist ku êdî ew bi avê tije dibû. ³⁸ Lê Îsa di paşiya qeyikê de serê xwe danîbû ser balgehekê û radiza. Wan ew hişyar kir û gotin: «Mamoste, ma ne xema te ye ku em helak bibin?» ³⁹ Îsa rabû, li bayê hilat û emir li golê kir: «Raweste, bêdeng be!» Ba sekinî, bêpêjiniyeke mezin çêbû. ⁴⁰ Îsa ji şagirtan re got: «Hûn çima ditirsin? Ma hê baweriya we tune?» ⁴¹ Tirseke mezin ket ser wan û ji hevdû re gotin: «Gelo ev kî ye ku hem ba, hem jî gol bi ya wî dikin?» ¹ Ew derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bûn û gihîştin herêma Girasîniyan. ² Gava ku Îsa ji qeyikê derket, wê gavê ji nav goristanê mirovek rastî wî hat ku bi ruhê nepak ketibû. ³ Ew di nav goran de dijiya û tu kesî nikaribû bi zincîran jî wî girêde; ⁴ çimkî gelek caran ew bi qeyd û zincîran girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şikandibûn. Tu kesî nikaribû ew zeft bikira. ⁵ Hergav, bi şev û roj di goristanan de, li serê çiyan diqîriya û xwe bi keviran birîndar dikir. ⁶ Gava wî Îsa ji dûr ve dît, bi lez hat, jê re çû ser çokan ⁷ û bi dengekî bilind qîriya û got: «Ya Îsa, Kurê Xwedayê Herî Berz, ma te çi ji min e? Ji bo xatirê Xwedê, min nede ezabê!» ⁸ Çimkî Îsa gotibû: «Hey ruhê nepak, ji vî mirovî derkeve!» ⁹ Îsa jê pirsî: «Navê te çi ye?» Wî jî got: «Navê min Lejyon e, çimkî em gelek in.» ¹⁰ Wî pirr ji Îsa lava kir ku ew wan neşîne derveyî wê herêmê. ¹¹ Û li wir, li pala çiyê garaneke mezin a berazan diçêriya. ¹² Ruhên nepak ji Îsa lava kirin û gotin: «Me bişîne nav berazan ku em bikevin nav wan.» ¹³ Wî jî destûr da wan, ruhên nepak jî derketin û ketin nav berazan. Ew garana ku nêzîkî du hezar beraz bû, wê xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî ¹⁴ Gavanên berazan reviyan û ev xeber li bajêr û li gundan belav kirin. Û xelk jî hatin ku tiştên bûyî bibînin. ¹⁵ Ew hatin ba Îsa û wan ew mirovê ku lejyoneke cinan tê de bû, bi cil û li ser hişê xwe û rûniştî dîtin. Hingê ew tirsiyan. ¹⁶ Yên ev yeka ku ji wî mirovê cinoyî re hat kirin û tiştê ku bi berazan hat, dîtin, ji xelkê re gotin. ¹⁷ Û wan dest pê kir lava ji Îsa kirin ku ew ji herêma wan here. ¹⁸ Gava Îsa ket qeyikê, ew mirovê ku cinoyî bû jê lava kir ku bi wî re here. ¹⁹ Lê Îsa nehişt û jê re got: «Vegere mala xwe û ji maliyên xwe re bêje ku Xudan ji bo te çi kir û çawa li te hat rehmê.» ²⁰ Ew jî çû û eva ku Îsa ji bo wî kiribû li herêma Dêkapolîsê belav kir û her kes şaş ma.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00