²⁵ Îcar Şerîetzanek rabû, ji bo ku Îsa biceribîne got: «Mamoste, ma ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?» ²⁶ Îsa lê vegerand û got: «Ma di Şerîetê de çi nivîsî ye? Tu çawa dixwînî?» ²⁷ Wî lê vegerand û got: «‹Bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû hişê xwe ji Xudan, Xwedayê xwe hez bike› û ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› » ²⁸ Îsa lê vegerand û got: «Te rast got, de îcar wisa bike, tê bijî.» ²⁹ Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: «Ma cîranê min kî ye?» ³⁰ Îsa lê vegerand û got: «Zilamek ji Orşelîmê daket xwarê û çû bajarê Erîhayê. Ew ket nav destên rêbiran. Rêbiran ew tazî kir, lê xistin û hema bêje nîvkuştî dev jê berdan û çûn. ³¹ Îcar bi rasthatinî kahînek di wê riyê de dadiket. Gava wî ew dît, wî xwe jê dûr kir û di aliyê din re bihûrî û çû. ³² Bi vî awayî yekî Lêwî jî hat wê derê, wî jî ew dît û di aliyê din re bihûrî û çû. ³³ De îcar yekî Samerî jî rêwîtî dikir û hat ba wî. Gava wî ew dît, dilê wî pê şewitî. ³⁴ Ew çû ba wî. Wî zeyt û şerab bi birînên wî de kirin û ew girêdan. Wî ew li ser dewara xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û lê bû xweyî. ³⁵ Dotira rojê du zîv derxistin, dan xwediyê mêvanxaneyê û jê re got: ‹Li vî mirovî bibe xweyî, her tiştê ku tu bêtir lê serf bikî, gava ez vegerim, ezê bidim te.› ³⁶ «Îcar, li gor dîtina te, kîjan ji van her siyan bû cîranê wî yê ku ketibû destê rêbiran?» ³⁷ Şerîetzan got: «Ewê ku dilê wî pê şewitî.» Îsa got: «De îcar, tu jî here û wisa bike!»
²⁷ «Lê ez ji we guhdaran re dibêjim: Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wanên ku ji we nefret dikin, bikin. ²⁸ Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifiran li we dikin; ji bo wan ên ku xerabiyê bi we dikin, dua bikin. ²⁹ Yê ku sîleyeke li lama te bixe, ya din jî bide ber. Û eger yek ebayê te ji te bistîne, kirasê xwe jî bi dest ve berde. ³⁰ Bide her kesê ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku ji te distîne, bi şûn de nexwaze. ³¹ Çawa hûn dixwazin ku xelk ji we re bikin, hûn jî wisa ji wan re bikin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00