¹ Îcar hemû bacgir û gunehkar ber bi Îsa ve hatin, da ku guhdariya gotinên wî bikin. ² Fêrisî û Şerîetzanan kirin pitepit û gotin: «Evê ha, gunehkaran qebûl dike û bi wan re dixwe!» ³ Îsa ev mesele ji wan re got: ⁴ «Kî ji we, ku sed miyên wî hebin û yek ji wan winda bibe, her not û nehên din li çolê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere, heta ku wê bibîne? ⁵ Û gava ew wê bibîne, bi şahî wê datîne ser milê xwe ⁶ û vedigere mal, gazî dost û cîranên xwe dike û ji wan re dibêje: ‹Bi min re şa bin, ji ber ku min miya xwe ya windabûyî dîtiye.› ⁷ Ez ji we re dibêjim, wisa jî li ezmên, ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, ji not û neh rastên ku ne hewcedarê tobekirinê ne, wê bêtir bibe şahî. ⁸ «An kîjan jin, ku deh zîvên wê hebin û yekî ji wan winda bike, ew qendîlê pê naxe û xênî namale û qenc lê nagere, heta wî bibîne? ⁹ Û gava ew wî bibîne, ew bang dike dost û cîranên xwe û ji wan re dibêje: ‹Hûn bi min re şa bin, ji ber ku min zîvê xwe yê windabûyî dîtiye.› ¹⁰ «Ez ji we re dibêjim: Wisa jî wê li ba milyaketên Xwedê ji bo gunehkarekî ku tobe kiriye, bibe şahî.» ¹¹ Û Îsa got: «Du kurên mirovekî hebûn. ¹² Kurê biçûk ji bavê xwe re got: ‹Bavo, ka ji malê xwe wê para ku ji min re dikeve, bide min.› Wî jî malê xwe li wan leva kir. ¹³ «Piştî çend rojan kurê biçûk her tiştê xwe da hev û çû welatekî dûr. Li wir wî bi serserîtî malê xwe tert û bela kir. ¹⁴ Piştî ku wî her tiştê xwe mezaxt, xelayeke dijwar bi ser wî welatî de hat. Ew ket tengahiyê ¹⁵ û çû xwe li yekî ji xelkên wî welatî girt; wî jî ew şand nav erdên xwe, ber berazan. ¹⁶ Îcar ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike, lê kesekî ew jî nedidayê. ¹⁷ Çaxê aqilê wî hat serê wî, wî got: ‹Ewqas palên bavê min hene ku xwarin ji ber wan dimîne, lê ez li vê derê ji nêzan dimirim. ¹⁸ Ezê rabim, li bavê xwe vegerim û jê re bêjim: Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. ¹⁹ Êdî ez ne hêja me ku ji min re ‹kurê te› bê gotin. Min bike wek yekî ji paleyên xwe.› ²⁰ «Û ew rabû, li bavê xwe vegeriya. Lê hê ji dûr ve bavê wî ew dît û dilê wî bi kurê wî şewitî. Û ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe û ramûsand. ²¹ Kurê wî jê re got: ‹Bavo, min li ber te û li hember ezmên guneh kiriye. Êdî ez ne hêja me ku ji min re kurê te bê gotin.› ²² Lê bav ji xulamên xwe re got: ‹Bilezînin û herin xiftanê herî qenc bînin û li wî bikin, gustîlkekê bikin tiliya wî û pêlavekê bixin lingên wî. ²³ Conegayê dermalekirî bînin û şerjêkin, da ku em bixwin û şahiyê bikin, ²⁴ çimkî ev kurê min mirî bû û va ye, rabûye, ew windabûyî bû û va ye, hatiye dîtin.› Û dest bi şahiyê kirin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00