¹ Wê rojê Îsa ji mal derket û li perê golê rûnişt. ² Elaleteke wisa mezin li dora wî civiya ku ew li qeyikekê siwar bû û rûnişt. Hingê tevahiya elaletê li qerax rawesta. ³ Îcar Îsa bi meselan ji wan re li ser gelek tiştan peyivî û got: «Cotkar derket ku tov biçîne. ⁴ Gava ku wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin. ⁵ Hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû. ⁶ Lê çaxê ku roj hilat ew kizirî û ji ber ku rayên wî tunebûn, hişk bû. ⁷ Hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin. ⁸ Û hinek ket ser erdekî qenc, hinekan sed, hinekan şêst û hinekan jî sî qat ber dan. ⁹ Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.»
¹⁸ «De îcar guhdariya mesela yê cotkar bikin: ¹⁹ Her kesê ku peyva li ser Padîşahiyê dibihîze û fêm nake, Yê Xerab tê û tiştê ku di dilê wî de hatiye çandin direvîne. Tovê ku ketiye tenişta rê ev e. ²⁰ Ewê ku li ser erdê kevirî hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze û di cih de bi şahî wê qebûl dike. ²¹ Lê ji ber ku rayê wî tune, tenê demeke kurt dimîne. Gava ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dikişîne, ew zû ji rê derdikeve. ²² Ewê ku di nav stiriyan de hatiye çandin jî, ew e ku peyvê dibihîze, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne. ²³ Lê ewê ku li erdê qenc hatiye çandin, ew e ku peyvê dibihîze û wê fêm dike. Ew jî ber dide. Hinek jê sed, hinek jê şêst, hinek jî sî qat ber dide.
⁴⁴ «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Di nav zeviyekê de xezîneke veşartî hebû. Zilamekî ew dît, dîsa ew veşart, bi şahî çû, hemû hebûna xwe firot û ew zevî kirrî. ⁴⁵ «Dîsa Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Bazirganek li durên spehî digeriya. ⁴⁶ Gava ku wî durekî gelek giranbiha dît, çû hemû hebûna xwe firot û ew kirrî.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00