¹ Îcar mirovek bi navê Lazar nexweş bû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê Meryemê û xwişka wê Mertayê bû. ² Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn. ³ Herdu xwişkan ji Îsa re xeber şandin û gotin: «Ya Xudan, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.» ⁴ Lê dema ku Îsa ev yek bihîst, wî got: «Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.» ⁵ Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir. ⁶ Lê dema bihîst ku Lazar nexweş e, ew du rojên din jî li wî cihê ku lê bû ma. ⁷ Paşê wî ji şagirtên xwe re got: «Em dîsa herin Cihûstanê.» ⁸ Şagirtan jê re got: «Mamoste, hê niha bû Cihû li kevirkirina te digeriyan, ma tu dîsa diçî wê derê?» ⁹ Îsa bersîva wan da: «Ma di rojekê de diwanzdeh saet tunin? Eger yek bi roj bigere, naterpile, çimkî ew ronahiya vê dinyayê dibîne. ¹⁰ Lê eger yek di şevê de bigere, ew diterpile, çimkî bi wî re ronahî tune.» ¹¹ Piştî van peyvan wî ji wan re got: «Dostê me Lazar bi xew ve çûye, lê ez diçim wî hişyar bikim.» ¹² Şagirtan jê re got: «Ya Xudan, eger ew ketibe xewê, ewê qenc bibe.» ¹³ Niha Îsa li ser mirina wî digot, lê wan guman kir ku ew li ser razana wî dibêje. ¹⁴ Li ser vê yekê Îsa bi eşkereyî ji wan re got: «Lazar miriye. ¹⁵ Û ji bo we ez dilşa me ku ez ne li wê derê bûm, da ku hûn bawer bikin. De niha rabin, em herin ba wî.» ¹⁶ Hingê Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: «Em jî herin, da ku em bi wî re bimirin.» ¹⁷ Dema ku Îsa hat, wî dît ku beriya çar rojan Lazar kirine gorê. ¹⁸ Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû û li dora sê kîlometreyan jê dûr bû. ¹⁹ Gelek Cihû hatibûn ba Merta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên. ²⁰ Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî. Lê Meryem li malê ma. ²¹ Mertayê ji Îsa re got: «Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir. ²² Niha jî ez dizanim tu çi ji Xwedê bixwazî, ewê bide te.» ²³ Îsa ji wê re got: «Birayê te wê dîsa rabe.» ²⁴ Mertayê lê vegerand: «Ez dizanim Roja Dawî, Roja Vejînê ewê dîsa rabe.» ²⁵ Îsa ji wê re got: «Vejîn û jiyan ez im, yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî. ²⁶ Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?» ²⁷ Mertayê ji wî re got: «Erê ya Xudan, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî, ku wê bihata dinyayê.» ²⁸ Piştî ku wê ev got, çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizî got: «Mamoste li vir e û ew gazî te dike.» ²⁹ Gava ku Meryemê ev bihîst, zû rabû çû ba Îsa. ³⁰ Îsa hê negihîştibû gund û hê li wî cihî bû, dera ku Merta hatibû pêşiya wî. ³¹ Cihûyên ku li malê bi wê re bûn û di ber dilê we de dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rabû derket derve, dan pey wê. Wan guman kir ew diçe ser gorê ku bigirî. ³² Dema ku Meryem hat cihê ku Îsa lê bû, ew dît, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimir.» ³³ Gava ku Îsa çav bi giriyê wê û bi giriyê Cihûyên ku pê re hatibûn ket, ji kûr ve naliya û kederê ruhê wî girt. ³⁴ Wî ji wan pirsî: «We ew li ku derê veşart?» Wan jê re got: «Ya Xudan, were û bibîne.» ³⁵ Îsa giriya. ³⁶ Hingê Cihûyan got: «Binêrin, çiqas ji wî hez dikir!» ³⁷ Lê hinekan ji wan got: «Ma yê ku çavên ê kor vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev mirov jî nemire?» ³⁸ Li ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şkeftek bû û kevirek li ber derê wê bû. ³⁹ Îsa got: «Kevir rakin.» Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: «Ya Xudan, êdî bîhn ketiyeyê, ev çar roj e ku ew miriye.» ⁴⁰ Îsa ji wê re got: «Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?» ⁴¹ Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim. ⁴² Ez dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorê rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.» ⁴³ Piştî ku wî weha got, ew bi dengekî bilind qîriya: «Lazar, were derve!» ⁴⁴ Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve. Îsa ji wan re got: «Wî vekin û bihêlin bila here.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00