¹ Îcar beriya Cejna Derbasbûnê, Îsa dizanibû saeta wî ya ku vê dinyayê berde û here ba Bav hatiye. Wî ji hemûyên xwe yên li dinyayê hez kiribû û heta dawiyê ji wan hez kir. ² Di dema xwarina şîva êvarê de, ji xwe hingê Îblîs xistibû dilê Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî, ku Îsa bide dest. ³ Îsa dizanibû ku Bav hemû tişt daye destên wî û ew ji ba Xwedê hatiye û ewê dîsa vegere ba Xwedê. ⁴ Îcar ji ser xwarinê rabû, xiftanê xwe danî aliyekî û pêşgîrek hilda, li pişta xwe pêça. ⁵ Di pey de av kir leganekê û dest bi şuştina lingên şagirtên xwe kir û ew bi pêşgîra li pişta xwe pêçayî ziwa kirin. ⁶ Îcar ew hat ba Şimûn-Petrûs, Şimûn-Petrûs jê re got: «Ya Xudan, ma tê lingên min bişoyî?» ⁷ Îsa lê vegerand û got: «Niha tu fêm nakî ez çi dikim, lê paşê tê fêm bikî.» ⁸ Petrûs jê re got: «Tu caran tu lingên min naşoyî!» Îsa bersîva wî da: «Eger ez te neşom, para te bi min re tune.» ⁹ Şimûn-Petrûs lê vegerand û got: «Ya Xudan, nexwe ne bi tenê lingên min, lê dest û serê min jî bişo!» ¹⁰ Îsa jê re got: «Yê ku hatiye şuştin, ji bilî lingên wî, ne hewce ye ku dereke wî ya din bê şuştin. Ew bi tevahî paqij e. Hûn jî paqij in, lê ne hûn hemû.» ¹¹ Çimkî Îsa dizanibû kî wê wî bide dest, ji ber vê yekê wî got: «Ne hûn hemû paqij in.» ¹² Piştî ku wî lingên wan şuştin, xiftanê xwe li xwe kir û dîsa li ser sifrê rûnişt. Wî ji wan pirsî: «Ma hûn dizanin ku min ji bo we çi kir? ¹³ Hûn ji min re dibêjin ‹Mamoste› û ‹Xudan› û hûn rast dibêjin, çimkî ez ew im. ¹⁴ Eger bi ser ku ez Xudan û Mamoste me jî, min lingên we şuştin, divê hûn jî lingên hevdû bişon. ¹⁵ Min mînakek da we, da ku çawa min ji we re kir, hûn jî wisa bikin. ¹⁶ Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, xulam ne di ser axayê xwe re ye, ne jî yê ku hatiye şandin, di ser ê ku ew şandiye re ye. ¹⁷ Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan bikin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00