¹⁷ Di roja pêşî ya Cejna Nanê Şkeva de şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Tu dixwazî em li ku derê ji te re şîva Cejna Derbasbûnê amade bikin ku tu bixwî?» ¹⁸ Wî li wan vegerand û got: «Herin bajêr, ba filan mirovî û jê re bêjin: ‹Mamoste dibêje: Wextê min nêzîk bûye. Ezê Cejna Derbasbûnê bi şagirtên xwe re li mala te pîroz bikim.›» ¹⁹ Wek ku Îsa ji wan re gotibû şagirtan kir û şîva Cejna Derbasbûnê amade kirin. ²⁰ Gava bû êvar, ew bi diwanzdehan re li ser sifrê rûnişt. ²¹ Îcar çaxê ku wan şîv dixwar Îsa got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, yek ji we wê min bide dest.» ²² Ew gelek xemgîn bûn û dest pê kirin yek bi yek ji wî pirsîn: «Gelo ez im, ya Xudan?» ²³ Îsa li wan vegerand û got: «Yê ku bi min re pariyê xwe li firaxê xist, ew e yê ku wê min bide dest. ²⁴ Ji xwe Kurê Mirov wek ku li ser wî hatiye nivîsîn, wê here. Lê wey li wî mirovê ku Kurê Mirov bide dest! Wê ji bo wî çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.» ²⁵ Hingê Cihûdayê ku wê ew bida dest, got: «Mamoste, ma ew kes ez im?» Îsa bersîv da: «Erê, te bi xwe got.» ²⁶ Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şikand, da şagirtan û got: «Bigirin û bixwin, ev bedena min e.» ²⁷ Piştre wî kasek hilda, şikir kir, da wan û got: «Hûn hemû ji vê vexwin. ²⁸ Çimkî ev xwîna min a Peymanê ye ku ji bo lêbihûrtina gunehan di ber gelekan de tê rijandin. ²⁹ Ez ji we re dibêjim: ‹Êdî ez ji vî berê mêwê tu caran venaxwim, heta wê roja ku ez di Padîşahiya Bavê xwe de bi we re ji ya nû vexwim.›» ³⁰ Piştî ku wan zebûrek strand, derketin Çiyayê Zeytûnê.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00