³² Û du mirovên din ên sûcdar jî dibirin, da ku ew jî bi Îsa re bên kuştin. ³³ Û çaxê ew gihîştin wî cihê ku Qoq jê re digotin, wan ew û herdu sûcdar xaç kirin, yek li milê wî yê rastê û yê din li milê wî yê çepê. ³⁴ Hingê Îsa got: «Ya Bavê min, li wan bibihûre, çimkî ew nizanin ku ew çi dikin!» Wan jî pişk avêtin ser cilên wî û li xwe leva kirin. ³⁵ Xelk jî li wê derê rawestabû û temaşe dikir. Serwerên Cihûyan jî henekên xwe bi Îsa dikirin û digotin: «Wî kesên din xilas kirin; eger ew Mesîhê bijartiyê Xwedê be, de bila xwe xilas bike!» ³⁶ Leşkeran jî tinazên xwe pê dikirin, ew nêzîkî wî bûn û sihik jê re anîn ³⁷ û gotin: «Eger tu padîşahê Cihûyan bî, de xwe xilas bike!» ³⁸ Û li ser depika ser serê wî weha hatibû nivîsîn: EV PADÎŞAHÊ CIHÛYAN E. ³⁹ Yekî ji wan sûcdarên daleqandî jî, Îsa şermezar kir û jê re got: «Ka, ma tu ne Mesîh î? De ka xwe û me xilas bike!» ⁴⁰ Lê yê din lê hilat û got: «Ma tu ji Xwedê natirsî? Ma ne va ye, tu bi xwe jî di bin eynî cezayî de yî? ⁴¹ Hema heçî em in, ev heqê me ye, çimkî em bergîdana wan tiştên xerab ên ku me kirine, distînin. Lê wî tiştekî nerast nekiriye!» ⁴² Û ji Îsa re got: «Ya Îsa, çaxê tu gihîştî Padîşahiya xwe, min bîne bîra xwe!» ⁴³ Îsa jî lê vegerand û got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim ku tê îro bi min re di bihiştê de bî!» ⁴⁴⁻⁴⁵ Gava dibû nêzîkî saet diwanzdehê nîvro, rojê tarîtî girt û tarî heta saet sisiyan ket ser seranserê welêt û perda Perestgehê di nîvî re çiriya ⁴⁶ û Îsa bi dengekî bilind kir qîrîn û got: «Ya Bavê min, ‹ez ruhê xwe didim destên te!› » Piştî ku wî ev gotina xwe got, wî ruhê xwe da. ⁴⁷ Gava sersedê leşkeran tiştê çêbûyî dît, wî pesnê Xwedê da û got: «Bi rastî ev mirovê ha, mirovekî rast bû.» ⁴⁸ Ew hemû xelkê ku ji bo dîtina van tiştan civiyabû, gava dît ku çi dibû, li singê xwe xist û vegeriya. ⁴⁹ Hemû nasên Îsa û ew jinên ku ji Celîlê li pey wî hatibûn, ji dûr ve rawestabûn û ev tiştên ha temaşe dikirin. ⁵⁰ Îcar zilamek bi navê Ûsiv hebû; ew endamekî civîna giregiran û mirovekî qenc û rast bû. ⁵¹ Ev mirov bi xwestin û kirina civîna giregiran razî nebûbû. Ew ji bajarekî Cihûyan, ji Arîmetyayê bû û li hêviya hatina Padîşahiya Xwedê bû. ⁵² Ew çû ba Pîlatos û cesedê Îsa jê xwest. ⁵³ Gava cesed ji xaçê anî xwarê, wî ew di nav cawekî de pêça û ew xist goreke ku di latê de hatibû kolan. Hê kesek tê de nehatibû veşartin. ⁵⁴ Ew roj roja Amadekirinê bû û roja Şemiyê dest pê dikir. ⁵⁵ Ew jinên ku ji Celîlê bi Îsa re hatibûn, li pey Ûsiv çûn, wan gor û çawa cesedê Îsa tê de hat danîn, dîtin. ⁵⁶ Hingê ew vegeriyan, wan rûn û giyayên bîhnxweş amade kirin. Û roja Şemiyê li gor Şerîetê tu kar nekirin û bîhna xwe vedan.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00