¹¹ Lê Meryem li derve, li ber gorê sekinîbû û digiriya. Wê bi girîn xwe xwar kir û li hundirê gorê nêrî, ¹² dît ku du milyaketên cilspî, li cihê ku cesedê Îsa lê hatibû dirêjkirin rûniştine, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî. ¹³ Milyaketan ji wê re got: «Ya sitiyê! Tu çima digirî?» Meryemê ji wan re got: «Xudanê min rakirine û ez nizanim ew danîne ku derê.» ¹⁴ Gava wê weha got, li pişt xwe zivirî û dît ku Îsa li wê derê rawestaye. Lê wê nizanibû ku ew Îsa ye. ¹⁵ Îsa ji wê re got: «Ya sitiyê, tu çima digirî? Tu li kê digerî?» Meryemê jî guman kir ku ew baxçevan e; wê ji wî re got: «Ezxadim, eger te ew rakiribe, ji min re bêje, te ew daniye ku derê, da ku ez wî ji wê derê rakim.» ¹⁶ Îsa ji wê re got: «Meryem!» Meryem li wî zivirî û bi Îbranî got: «Rabbonî!» ku bi mana «Mamoste!» ye. ¹⁷ Îsa ji wê re got: «Destê xwe li min nede, çimkî hê ez derneketime ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bêje: ‹Ez derdikevim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û ba Xwedayê we.›» ¹⁸ Meryema Mejdelanî çû ba şagirtan û ji wan re got: «Min Xudan dît» û tiştên ku wî ji wê re gotibû ji wan re got. ¹⁹ Wê êvara roja pêşî ya heftiyê, gava şagirt ji tirsa Cihûyan di pişt deriyên girtî de civiyabûn, Îsa hat, di nav wan de sekinî û ji wan re got: «Silamet li ser we be.» ²⁰ Ev tişt got, destên xwe û newqa xwe nîşanî wan da. Gava ku şagirtan Xudan dît, pirr şa bûn. ²¹ Îsa dîsa ji wan re got: «Silamet li ser we be. Wek ku Bav ez şandim, ez jî we dişînim.» ²² Piştî ku weha peyivî pif kir wan û ji wan re got: «Ruhê Pîroz bistînin. ²³ Hûn li gunehên kê bibihûrin, ew lêbihûrtî ne. Hûn li gunehên kê nebihûrin, li wan nayê bihûrtin.» ²⁴ Tûmayê ku yek ji diwanzdehan bû û jê re Cêwî digotin, gava ku Îsa hat, ne bi wan re bû. ²⁵ Şagirtên din ji wî re gotin: «Me Xudan dît.» Lê Tûma ji wan re got: «Heta ku ez di destên wî de cihê bizmaran nebînim, tiliya xwe li cihê bizmaran nedim û destê xwe daneynim ser newqa wî, ez qet bawer nakim.» ²⁶ Piştî heşt rojan, şagirtên Îsa dîsa li malekê bûn û Tûma jî bi wan re bû. Derî girtî bûn, lê Îsa hat, di nav wan de sekinî û got: «Silamet li ser we be.» ²⁷ Di pey de ji Tûma re got: «Tiliya xwe bîne vir û li destên min binêre. Destê xwe jî dirêj bike û deyne ser newqa min. Êdî bêbaweriyê neke, lê belê bi bawerî be!» ²⁸ Tûma lê vegerand û got: «Xudanê min û Xwedayê min!» ²⁹ Îsa ji wî re got: «Ji ber ku te ez dîtim tu bawer dikî? Xwezî bi wan ên ku nebînin, lê dîsa bawer dikin!» ³⁰ Erê, Îsa li ber şagirtên xwe hê gelek nîşanên din jî çêkirin ku ew di vê kitêbê de nehatine nivîsîn. ³¹ Lê ev hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye û bi vê baweriyê jiyana we bi navê wî hebe.
⁵⁰ Îcar wî ew derxistin û birin heta bi Beytanyayê û li wê derê wî destên xwe hildan û ew pîroz kirin. ⁵¹ Û wê gava ku wî ew pîroz dikirin, ew ji wan cuda bû, hat rakirin û hilkişiya nav ezmên. ⁵² Ew jî perizîn wî û bi şahiyeke mezin vegeriyan Orşelîmê.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00