⁹ Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan. ¹⁰ Wan bi dengekî bilind gazî dikir û digotin: «Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku Li ser text rûniştiye û babetê Berx e.» ¹¹ Hemû milyaket li hawirdora text û rihspiyan û afirîdên jîndar disekinîn. Û li ber text xwe deverû davêtin erdê, diperizîn Xwedê û digotin: ¹² «Amîn. Pesin, rûmet, şehrezayî, Şikir, hurmet, hêz û karîn Bila her û her ji Xwedayê me re be. Amîn.» ¹³ Yek ji rihspiyan peyivî û ji min re got: «Evên ku bi xiftanên spî hatine wergirtin kî ne û ji ku derê hatine?» ¹⁴ Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine. ¹⁵ Ji bo vê yekê li ber textê Xwedê ne Û di Perestgeha wî de şev û roj diperizin wî. Yê ku li ser text rûniştiye, wê konê xwe li ser wan vegire. ¹⁶ Êdî ew birçî nabin û êdî tî nabin Û ne tav û ne jî germî li wan dixe. ¹⁷ Çimkî ew Berxê ku di navenda text de ye Wê şivantiyê li wan bike Û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê. Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00