¹ Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. ² Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. ³ Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. ⁴ Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû. ⁵ Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême. ⁶ Mirovek ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin ku navê wî Yûhenna bû. ⁷ Ew ji bo şahidiyê hat. Ew hat ji bo ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû bi rêberiya wî baweriyê bînin. ⁸ Ew bi xwe ne ronahî bû, lê ew hat ku şahidiya ronahiyê bike. ⁹ Ronahiya rastîn, ewê ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinyayê. ¹⁰ Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir. ¹¹ Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir. ¹² Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê. ¹³ Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn. ¹⁴ Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît. ¹⁵ Yûhenna ji bo wî şahidî kir û bi dengekî bilind got: «Min gotibû: ‹Yê ku piştî min tê di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› Yê ku min li ser digot ev bû.» ¹⁶ Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand. ¹⁷ Çimkî Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin. ¹⁸ Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00