³ Îsa bersîva wî da û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirovek ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya Xwedê bibîne.» ⁴ Nîkodêmos jê pirsî: «Ma mirovekî ku pîr be çawa dikare ji nû ve çêbe? Ma dikare careke din bikeve malzaroka diya xwe û çêbe?» ⁵ Îsa bersîva wî da: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, heta ku mirov ji avê û ruh çênebe, nikare bikeve Padîşahiya Xwedê. ⁶ Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji Ruh çêdibe ruh e. ⁷ Li peyva ku min ji te re got: ‹Divê hûn ji nû ve çêbin›, şaş nemîne. ⁸ Ba li ku derê bixwaze lê dixe. Tu dengê wê dibihîzî, lê tu nizanî ku ew ji ku derê tê û bi ku derê ve diçe; her kesê ku ji Ruh çêdibe weha ye.» ⁹ Nîkodêmos jê re got: «Ev tişt çawa dikare çêbe?» ¹⁰ Îsa lê vegerand û got: «Tu mamosteyê Îsraêl î jî û tu van tiştan nizanî? ¹¹ Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim, tiştê ku em dizanin, em dibêjin, tiştê ku me dîtiye em şahidiya wî dikin; lê hûn şahidiya me qebûl nakin. ¹² Min tiştên li ser erdê ji we re got û hûn bawer nakin. Nexwe eger ez tiştên li ezmanan bêjim, hûnê çawa bawer bikin? ¹³ Ji bilî Kurê Mirov ê ku ji ezmên hatiye, tu kes derneketiye ezmên. ¹⁴ Çawa ku Mûsa li çolê mar bilind kir, bi vî awayî divê Kurê Mirov jî bê bilindkirin, ¹⁵ da her kesê ku baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe.» ¹⁶ Çimkî Xwedê wisa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe. ¹⁷ Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe. ¹⁸ Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayne, ji xwe sûcdar bûye, çimkî wî bawerî bi navê Kurê Xwedê yê yekta neaniye. ¹⁹ Dîwanbûn bi vî awayî ye: Ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez kir, çimkî kirinên wan xerab bûn. ²⁰ Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin. ²¹ Lê yê ku rastiyê dike, tê ber ronahiyê, da kifş bibe ku kirinên wî ji Xwedê ne.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00