³⁷ «Yê ku dê an bavê xwe ji min bêtir hez dike, ne hêjayî min e. Yê ku kur an keça xwe ji min bêtir hez dike jî, ne hêjayî min e. ³⁸ Û ewê ku xaça xwe hilneyne û li pey min neyê, ne hêjayî min e. ³⁹ Yê ku jiyana xwe bibîne, ewê we winda bike; lê yê ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê we bibîne.
³⁴ Hingê Îsa elalet û şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê. ³⁵ Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min û Mizgîniyê de winda bike, ewê wê xilas bike. ³⁶ Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî heye? ³⁷ Ma mirov dikare çi di ber jiyana xwe de bide? ³⁸ Kî ku di nav vî nifşê zînakar û gunehkar de ji min û ji gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî, gava di rûmeta Bavê xwe de tevî milyaketên pîroz bê, wê ji ber wî şerm bike.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00