¹ Nexwe em çi bêjin? Ma ji bo ku kerem zêde bibe, em di nav guneh de berdewam bikin? ² Na, tu caran! Em ên ku li hember guneh mirine, êdî çawa dikarin di nav guneh de bijîn? ³ An ma hûn nizanin, em hemû yên ku di hevpariya Mesîh Îsa de imad bûne, em di hevpariya mirina wî de imad bûne. ⁴ Îcar em bi imadbûnê bûn hevparên mirina wî, bi wî re hatin veşartin; da ku, çawa Mesîh bi rûmeta Bav ji nav miriyan rabû, wisa em jî di jiyana nûbûyî de rêve herin.
²⁶ Çimkî hûn hemû bi baweriyê bi saya Mesîh Îsa kurên Xwedê ne. ²⁷ Ji ber ku hûn hemû yên ku imad bûne, ku hûn bibin yên Mesîh, we Mesîh li xwe kir. ²⁸ Êdî ne Cihû û ne jî Yewnanî hene, ne xulam û ne jî azad hene, ne jî nêr û mê hene; çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de hûn hemû yek in.
⁴⁴ Hê Petrûs ev tişt digotin, Ruhê Pîroz hat ser hemûyên ku peyv bihîstin. ⁴⁵ Îcar bawermendên Cihû yên ku bi Petrûs re hatibûn, şaş man ku çawa diyariya Ruhê Pîroz bi ser miletên din de jî rijiya bû. ⁴⁶ Çimkî wan bihîst ku ew bi zimanên din dipeyivin û pesnê Xwedê didin. Hingê Petrûs got: ⁴⁷ «Evên ku wek me Ruhê Pîroz standine, ma kî dikare nehêle ku bi avê bên imadkirin?» ⁴⁸ Û wî emir kir ku ew bi navê Îsa Mesîh imad bibin. Hingê wan ji wî hêvî kir ku çend rojan li wir bimîne.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00