¹ Hûn jî ji ber neheqî û gunehên xwe mirî bûn. ² Hingê hûn li gor çerxa vê dinyayê, li gor serokê hukumdariya hewayê, yanî li gor wî ruhê ku niha di nav mirovên neguhdar de dixebite, rêve çûn. ³ Demekê em jî, em hemû di nav wan de, me bi daxwaza fikir û bedena xwe kir, em li gor xwestekên nefsê rêve çûn. Ji xwe em jî wek ên din, zarokên xezebê bûn. ⁴ Lê Xwedayê ku bi rehmê dewlemend e, ji ber hezkirina xwe ya mezin a ku bi wê ji me hez kir, ⁵ hê ku em ji ber neheqiyên xwe mirî bûn jî, em bi Mesîh re vejandin. Hûn bi keremê xilas bûn. ⁶ Xwedê em di şexsê Mesîh Îsa de bi wî re rakirin û li cihên ezmanî bi wî re dan rûniştin. ⁷ Wî ev yek kir, da ku dewlemendiya kerema xwe ya bêsînor bi wê qenciya ku bi Mesîh Îsa ji bo me ye, di demên ku bên de nîşan bide. ⁸ Çimkî hûn bi riya baweriyê, bi keremê xilas bûn û ev ne ji we ye, diyariya Xwedê ye. ⁹ Ev ne ji kirinan e, da ku tu kes pesnê xwe nede. ¹⁰ Çimkî em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.
¹ Îcar, ji ber ku em bi baweriyê rastdar derketine, em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, bi Xwedê re di aştiyê de ne. ² Bi saya wî em bi baweriyê gihîştine vê kerema ku em tê de sekinî ne. Û em bi hêviya rûmeta ku Xwedê wê bide, pesnê xwe didin. ³ Ne bi vê tenê, lê belê em bi tengahiyên xwe jî pesnê xwe didin, çimkî em dizanin ku tengahî ragirtinê, ⁴ ragirtin tecrûbê û tecrûbe jî hêviyê tîne. ⁵ Û hêvî me nade şermkirin, çimkî hezkirina Xwedê, bi saya Ruhê Pîroz ê ku ji me re hatiye dayîn, rijiyaye dilê me.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00