¹⁶ Her yanzdeh şagirt çûn Celîlê, wî çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû herinê. ¹⁷ Gava ku wan ew dît, perizîn wî; lê hinek ji wan dudilî bûn. ¹⁸ Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn. ¹⁹ Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad bikin, ²⁰ hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»
³ Piştî ku cefa kişand, wî bi gelek delîlan xwe sax nîşanî Şandiyan da, di nav çil rojan de li wan xuya bû û li ser Padîşahiya Xwedê peyivî. ⁴ Gava ku Îsa bi wan re bû, wî tembîh li şagirtan kir ku ji Orşelîmê dernekevin, lê li hêviya soza Bav bin. Wî got: «We ev soz ji min bihîstiye. ⁵ Yûhenna bi avê imad kir, lê piştî çend rojan hûnê bi Ruhê Pîroz imad bibin.» ⁶ Îcar gava ku ew hatin ba hev, wan ji Îsa pirsî: «Ya Xudan, ma tê di vê demê de padîşahiyê bi şûn de bidî Îsraêl?» ⁷ Îsa li wan vegerand û got: «Ev ne karê we ye ku hûn wan wext û demên ku Bav bi hukumdariya xwe biryar dide, bizanin. ⁸ Lê gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00