³⁶ «Mamoste, di Şerîetê de emrê herî mezin kîjan e?» ³⁷ Îsa lê vegerand û got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike.› ³⁸ Emrê pêşî û mezin ev e. ³⁹ Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.› ⁴⁰ Hemû Şerîet û pêxember li ser bingeha van herdu emran in.»
⁴ “Bibihîze, ya Îsraêl! Xwedayê me Xudan yek Xudan e. ⁵ Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hêza xwe hez bikin. ⁶ Ev gotinên ku îro ez li we emir dikim di dilê xwe de hilînin. ⁷ Hûnê wan ji dilê zarokên xwe re dubare bikin, çaxê hûn li mala xwe rûdinin, dimeşin, radizin û radibin, divê hûn li ser wan bipeyivin. ⁸ Wekî nîşanekê wan bi destê xwe ve girê bidin, wekî berenîkekê li ser eniya xwe bixin. ⁹ Wan li ser kêlekên deriyên malên xwe û dergehên bajarên xwe binivîsin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00