³⁶ Yekî ji Fêrisiyan Îsa vexwend, ku bi wî re xwarinê bixwe. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li ser sifrê rûnişt. ³⁷ Û li bajêr jineke gunehkar hebû. Gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî li ser sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş anî. ³⁸ Ew ji pişt ve li ber lingên wî rawesta, bi girîn dest pê kir, lingên wî bi hêstiran şil kirin û ew bi porê serê xwe ziwa kirin. Wê lingên wî ramûsandin û rûnê bîhnxweş li wan da. ³⁹ Gava Fêrisiyê ku ew gazî mala xwe kiribû, ev dît, ji xwe re got: «Eger ev pêxember bûya, wê bizaniya, ka ev jina ku destê xwe li wî dide kî ye û ew çi jin e. Çimkî ew yeke gunehkar e.» ⁴⁰ Îsa jê re got: «Şimûn, ez dixwazim tiştekî ji te re bêjim.» Wî got: «De bêje, mamoste.» ⁴¹ «Du deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din bi pêncî zîvî deyndar bû. ⁴² Lê ji ber ku tiştekî wan tunebû ku deynê xwe bidin, ew li herduyan jî bihûrt. Îcar kîjan ji herduyan wê bêtir ji wî hez bike?» ⁴³ Şimûn lê vegerand û got: «Ez dibêjim hema, ewê ku bêtir lê hatî bihûrtin.» Wî jî jê re got: «Te rast tê derxist.» ⁴⁴ Wî berê xwe da jinê û ji Şimûn re got: «Tu vê jinê dibînî? Ez hatim mala te, te av jî ji bo lingên min neda, lê wê lingên min bi hêstiran şil kirin û bi porê xwe ziwa kirin. ⁴⁵ Te ramûsanek jî neda min, lê wê ji hinga ku ez ketime hundir ve, dev ji ramûsandina lingên min bernedaye. ⁴⁶ Te rûnê zetyê li serê min neda, lê wê rûnekî bîhnxweş li lingên min da. ⁴⁷ Loma ez ji te re dibêjim, li gunehên wê yên gelek hat bihûrtin. Ji ber vê yekê wê gelek hez kiriye. Lê yê ku jê re hindik tê lêbihûrtin, ew hindik hez dike.» ⁴⁸ Û wî ji wê re got: «Li gunehên te hat bihûrtin.» ⁴⁹ Yên ku pê re li ser sifrê rûniştibûn, dest pê kirin û ji xwe re gotin: «Gelo ev kî ye ku li gunehan jî dibihûre?» ⁵⁰ Hingê wî ji jinê re got: «Baweriya te tu xilas kirî. Îcar bi silamet here.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00