¹ Carekê Îsa li cihekî dua dikir û gava wî dua xwe xilas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Ya Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yûhenna şagirtên xwe hîn kiriye.» ² Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn dua bikin, bêjin: Ya Bavo, Navê te pîroz be, Bila Padîşahiya te bê. ³ Nanê me yê rojane, roj bi roj bide me. ⁴ Û li gunehên me bibihûre, Çimkî em jî li hemû deyndarên xwe dibihûrin Û me nebe ceribandinê.» ⁵ Û wî ji wan re got: «Kî ji we dostekî wî hebe û ew nîvê şevê here ba wî û jê re bêje: ‹Dosto, ka sê nanan bi deyn bide min, ⁶ çimkî dostê min ji riyeke dûr hatiye ba min û tiştekî min tune ku ez deynim ber wî.› ⁷ Û yê din jî ji hundir lê vegerîne û bêje: ‹Min reht neke. Êdî derî girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim rabim û bidim te.› ⁸ Ez ji we re dibêjim, eger ew ji bo dostaniyê ranebe û nede wî jî, ewê ji ber bêerziya wî rabe û çi jê re lazim be, wê bide wî. ⁹ Û ez ji we re dibêjim: Bixwazin, wê ji we re bê dayîn, Lê bigerin, hûnê bibînin, Li derî bixin, ewê ji we re vebe. ¹⁰ Çimkî yê ku dixwaze, distîne Û yê ku digere, dibîne Û yê ku li derî dixe, jê re vedibe. ¹¹ Ka di nav we de bavek heye ku kurê wî masiyekî jê bixwaze û ew di şûna masî de marekî bide wî? ¹² An ku ew hêkekê bixwaze û ew dûpişkekî bide wî? ¹³ Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00