⁷ Tekûz e şerîeta Xudan, can dide can, Dilsoz e şehadeta Xwedê, Şehrezayî dide şaşan. ⁸ Qaydeyên Xudan rast in, şahiyê didin dilan, Emrê Xudan pak e, ronahiyê dide çavan. ⁹ Tirsa Xudan paqij e, her û her dimîne, Dadbariyên Xudan heq in, hemû jî rastî ne. ¹⁰ Bêriya wan tê kirin, ji zêr, ji gellek zêrê xas bêtir, Ew in ji hingiv, ji hingivê dawerivandî xweştir. ¹¹ Evdê te bi wan tê hişyarkirin, Yên wan tînin cih, distînin perrûya mezintirîn. ¹² Kî dikare şaşiyên xwe bibîne, Ji gunehên bi dizî tu min bibexşîne, ¹³ Bibexşîne evdê xwe ji gunehên bi zanîn, Nehêle ku li ser min bibin padîşah! Hingê ezê tekûz bibim, Ji serhildana mezin bêrî bim. ¹⁴ Gotina ku dertê ji devê min, Fikra ku diçe ji dilê min, Bila maqûl bê dîtin li pêş te, Ya Xudan tu yî zinar û rizgarkarê min!
²⁴ «Îcar her kesê ku van peyvên min dibihîze û tîne cih, mîna wî mirovê aqilmend e ku xaniyê xwe li ser latê ava kiriye. ²⁵ Baran dibare, bahoz radibe, lehî tên û li wî xaniyî dixin, lê ew hilnaweşe, çimkî li ser latê hatiye avakirin. ²⁶ Û her kesê ku van peyvên min dibihîze û nake, mîna wî mirovê bêaqil e ku xaniyê xwe li ser seylakê ava kiriye. ²⁷ Baran dibare, bahoz radibe, lehî tê û li wî xaniyî dixin û xanî hildiweşe. Û bi hilweşîneke mezin dikeve.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00