¹ Rojekê gava Îsa li ber perê Gola Cênîsartê sekinîbû, elalet li wî teng dikir, da ku gotina Xwedê bibihîzin. ² Îsa du qeyik li devê golê dîtin. Masîgir ji wan peya bûbûn û torên xwe dişuştin. ³ Îsa li qeyikekê ji wan siwar bû. Ew jî ya Şimûn bû û ji wî hêvî kir ku qeyikê piçekê ji bejê dûr bixe. Û rûniştî ji qeyikê elalet hîn dikir. ⁴ Piştî ku wî gotinên xwe xilas kirin, ji Şimûn re got: «Qeyika xwe ber bi kûrahiyê ve bajo, torên xwe bavêjin nêçîra masiyan.» ⁵ Şimûn lê vegerand û got: «Ya Hosta! Tevahiya şevê me kir û nekir, me tu tişt negirt. Lê li ser gotina te, ezê toran bavêjim.» ⁶ Gava wan wisa kir, wan ewqas masî girtin ku hindik mabû, torên wan bidirin. ⁷ Wan bi îşaret kirin şirîkên xwe yên ku di qeyika din de bûn, da ku bên û alîkariya wan bikin. Ew jî hatin û herdu qeyik ewqas dagirtin ku hindik ma bû, ew bin av bibin. ⁸ Gava Şimûn-Petrûs ev dît, wî xwe avêt ber çokên Îsa û got: «Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im.» ⁹ Çimkî ew û hemû yên ku pê re bûn ji pirrbûna masiyên ku girtibûn, heyirî diman û ditirsiyan, ¹⁰ wisa jî Aqûb û Yûhenna, kurên Zebedî, yên ku şirîkên Şimûn bûn heyirîn. Hingê Îsa ji Şimûn re got: «Netirse! Ji niha û pê ve, tê bibî nêçîrvanê mirovan.» ¹¹ Wan qeyikên xwe kişandin bejê, dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00