¹ Ji ber vê yekê, niha ji bo wan ên ku bi Mesîh Îsa re ne, tu sûcdarderketin tune. ² Çimkî qanûna Ruhê ku bi Mesîh Îsa jiyanê dide, ez ji Şerîeta guneh û mirinê azad kirim. ³ Ew tiştê ku Şerîetê nikaribû bike, ji ber ku ji sedemê nefsê ji hêz ketibû, Xwedê kir: Wî Kurê xwe di şiklê bedena gunehkar de şand, da ku bibe goriya gunehan û bi vî awayî guneh di nefsa mirov de sûcdar derxist. ⁴ Wisa ku rastdariya ku Şerîet dixwaze, di jiyana me yên ku ne li gor nefsê, lê belê li gor Ruh rêve diçin de, bê cih. ⁵ Çimkî yên ku li gor nefsê dijîn, li ser tiştên nefsê difikirin, lê yên ku li gor Ruh dijîn, li ser tiştên Ruh difikirin. ⁶ Dawiya fikirîna li gor nefsê mirin e, lê dawiya fikirîna li gor Ruh jiyan û aştî ye. ⁷ Çimkî fikirîna li gor nefsê dijminahiya li hember Xwedê ye, ew bi ya Şerîeta Xwedê nake û hem jî nikare bike. ⁸ Îcar yên ku li gor nefsê dijîn, nikarin li Xwedê xweş bên. ⁹ Lê hûn ne li gor nefsê, lê li gor Ruh dijîn, çimkî Ruhê Xwedê di dilê we de rûdine. Kesê ku Ruhê Mesîh pê re tune be, ew ne yê Mesîh e. ¹⁰ Û eger Mesîh di dilê we de ye, beden ji ber guneh mirî ye, lê Ruh ji ber rastdariyê jiyanê dide. ¹¹ Û eger Ruhê wî yê ku Îsa ji nav miriyan rakir, di dilê we de rûniştiye, ewê ku Mesîh ji nav miriyan rakir, wê bi Ruhê xwe yê ku di dilê we de rûdine, bedenên we yên mirindar jî vejîne. ¹² Îcar birano, madem ku wisa ye, em deyndar in, lê ne deyndarên nefsê ne ku em li gor wê bijîn. ¹³ Çimkî eger hûn li gor nefsê bijîn, hûnê bimirin; lê eger hûn kirinên bedenê bi Ruh bikujin, hûnê bijîn. ¹⁴ Hemû yên ku bi Ruhê Xwedê tên rêvebirin, kurên Xwedê ne. ¹⁵ Çimkî we ruhê xulamtiyê yê ku careke din we dibe tirsê nestand, lê belê we ruhê kurîtiyê stand. Û em bi vî Ruhî «Abba – Bavo!» gazî dikin. ¹⁶ Ruh bi xwe, bi ruhê me re şahidiyê dike ku em zarokên Xwedê ne. ¹⁷ Madem ku em zarok in, hingê em wêris in jî, em wêrisên Xwedê û hemwêrisên Mesîh in. Û madem ku em bi wî re cefayê dikişînin, emê bi wî re bên birûmetkirin jî. ¹⁸ Ez dihesibînim ku ev cefayê vî wextî, li ber wê rûmeta ku wê ji me re bê eşkerekirin, qet ne tiştek e.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00