⁴⁶ Hê ku Îsa ji elaletê re dipeyivî, dê û birayên wî li derve rawestan, xwestin ku bi wî re bipeyivin. ⁴⁷ Yekî jê re got: «Va ye, diya te û birayên te li derve ne û dixwazin ku bi te re bipeyivin.» ⁴⁸ Îsa li wî vegerand û got: «Diya min kî ye û birayên min kî ne?» ⁴⁹ Bi destê xwe şagirtên xwe nîşan da û got: «Va ne, diya min û birayên min. ⁵⁰ Çimkî kî ku daxwaza Bavê min ê li ezmanan bike, birayê min, xwişka min û diya min ew e.»
³ Xweda û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh pîroz be. Wî em bi saya Mesîh, bi her bereketa ruhanî ya li cihên ezmanî pîroz kirine. ⁴ Wî em ji beriya damezrandina dinyayê bi Mesîh bijartin, da ku em li ber wî di hezkirinê de pîroz û bêleke bin. ⁵ Li gor kêf û daxwaza xwe, wî em ji pêşî ve kifş kirin, da ku em bi saya Îsa Mesîh jê re bibin zarok. ⁶ Wisa ku kerema wî ya bi rûmet a ku wî bi Hezkiriyê xwe ji me re kiriye xelat, bê pesindan. ⁷ Bi saya wî em bi berdêla xwîna wî rizgar bûne, me lêbihûrtina neheqiyên xwe standiye. Ev li gor dewlemendiya kerema wî ye ⁸ ya ku wî bi her şehrezayî û fêmdariyê bi zêdehî daye me. ⁹ Wî sira daxwaza xwe ya ku li gor dilê xwe bi Mesîh saz kiribû, bi me da zanîn. ¹⁰ Yanî li gor vê plana ku gava wextê wê hat ewê pêk bîne, ewê hemû tiştan, hem yên li ezmanan, hem jî yên li ser erdê di bin destê Mesîh de bike yek.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00