⁴ Werin, nêzîkî kevirê zindî bibin ê ku ji aliyê mirovan ve hat redkirin, lê li ba Xwedê bijare û hêja ye. ⁵ Hûn jî wek kevirên zindî ji bo xaniyekî ruhanî tên avakirin, da ku hûn bibin kahînên pîroz û bi destê Îsa Mesîh goriyên ruhanî yên ku li Xwedê xweş tên, pêşkêş bikin. ⁶ Çimkî di Nivîsara Pîroz de dibêje: «Va ye, ez di Siyonê de kevirekî datînim Kevirê hêja û bijare yê rikin. Yê ku baweriyê bi wî bîne, qet nayê şermkirin.» ⁷ Îcar ji bo we, hûn ên ku bawer dikin, ev kevir hêja ye; lê ji bo yên ku bawer nakin, «Ew kevirê ku hostayan red kir, Bû kevirê serê rikin.» ⁸ û: «Ji bo wan bû kevirê terpilînê Û lata hilterpilînê.» Ew diterpilin, çimkî ew bi ya peyvê nakin û ji xwe ew ji bo vê yekê hatine kifşkirin. ⁹ Lê hûn «nifşekî bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.» Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine. ¹⁰ Demekê hûn ne gel bûn, Lê niha hûn gelê Xwedê ne. Demekê rehm li we nebûbû, Lê niha rehm li we bûye.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00