⁹ «Ez ji bo wan dua dikim. Ne ji bo dinyayê; ez ji bo yên ku te dane min dua dikim. Çimkî ew ên te ne. ¹⁰ Hemû yên ku yên min in, yên te ne; yên te jî yên min in. Û ez bi wan bi rûmet bûme. ¹¹ Êdî ez ne li dinyayê me, lê ew li dinyayê ne; niha ez têm ba te. Ya Bavê Pîroz! Bi navê xwe yê ku te da min, wan biparêze, da ku ew jî wek me bibin yek. ¹² Dema ku ez bi wan re bûm, bi navê te yê ku te dabû min, ez li wan bûm xweyî. Min ew parastin û tu kes ji wan winda nebû, ji bilî kurê helakê, da ku Nivîsara Pîroz bê cih. ¹³ Lê niha ez têm ba te û hê ku ez li dinyayê me, ez van gotinan dibêjim, ji bo ku şabûna min di dilê wan de temam bibe. ¹⁴ Min peyva te gihand wan û dinyayê ji wan nefret kir. Çimkî, çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne. ¹⁵ Ez dua dikim, ne ji bo ku tu wan ji dinyayê rakî, lê ji bo ku tu wan ji Yê Xerab biparêzî. ¹⁶ Çawa ku ez ne ji dinyayê me, ew jî ne ji dinyayê ne. ¹⁷ Wan bi rastiyê pîroz bike û veqetîne; peyva te rastî ye. ¹⁸ Wek ku te ez şandim dinyayê, min jî ew şandin dinyayê. ¹⁹ Ez ji bo wan xwe dikim veqetandiyê pîroz, da ku ew jî bi rastiyê pîroz bibin û veqetin. ²⁰ «Ez ne bi tenê ji bo wan, lê ji bo yên ku bi gotina wan baweriyê bi min tînin jî dua dikim, ²¹ da ku hemû bibin yek. Ya Bavo, çawa tu bi min re yî û ez bi te re me, bila ew jî bi me re bin, da ku dinya bawer bike ku te ez şandime. ²² Rûmeta ku te da min, min da wan, da ku ew bibin yek, wek ku em yek in: ²³ Ez bi wan re, tu jî bi min re, da ku ew bigihîjin yekîtiyeke temam û dinya bizane ku te ez şandime û çawa ku tu ji min hez dikî, tu ji wan jî hez dikî. ²⁴ «Ya Bavo, ez dixwazim yên ku te dane min, li cihê ku ez lê me bi min re bin, da ku rûmeta ku te daye min bibînin. Çimkî te beriya damezrandina dinyayê ji min hez kir. ²⁵ Ya Bavê dadperwer! Dinya te nas nake, lê ez te nas dikim. Ev jî dizanin ku te ez şandime. ²⁶ Min navê te bi wan da zanîn û ezê hê bidim zanîn, da ku hezkirina te ya ji min, bi wan re jî be û ez bi wan re bim.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00