³⁶ Îcar bila hemû mala Îsraêl qenc bizane ku Xwedê ew Îsayê ku we xaç kir, hem kiriye Xudan û hem Mesîh.» ³⁷ Îcar gava ku wan ev bihîst, wek ku tîrek li dilê wan ketibe, ji Petrûs û Şandiyên din re gotin: «Birano! Ma em çi bikin?» ³⁸ Petrûs ji wan re got: «Tobe bikin û ji bo ku li gunehên we bê bihûrtin bila her yek ji we bi navê Îsa Mesîh imad bibe û hûnê diyariya Ruhê Pîroz bistînin. ³⁹ Çimkî ev soz ji bo we, ji bo zarokên we û ji bo hemûyên ku dûr in; ji bo her kesî ye ku Xudan Xwedayê me gazî wî dike.» ⁴⁰ Wî hê bi gelek peyvên din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê jirêderketî xilas bikin.» ⁴¹ Îcar yên ku peyvên wî qebûl kirin imad bûn û wê rojê li dora sê hezar mirovî beşdarî wan bûn. ⁴² Wan herdem xwe da hîndariya Şandiyan, hevpariya ruhanî, şikandina nên û duakirinê. ⁴³ Tirs ket dilê her kesî. Û gelek karên mezin û nîşan bi destê Şandiyan dihatin kirin. ⁴⁴ Hemû bawermend bi hev re bûn û her tiştê wan hevpar bû. ⁴⁵ Mal û milkên xwe difirotin û bi perên wan li gor hewcedariya her kesî leva dikirin. ⁴⁶ Her roj bi hev re di Perestgehê de diciviyan, li malên xwe nan dişikandin, bi şahî û bi dilekî xwerû xwarin dixwarin. ⁴⁷ Pesnê Xwedê didan û di nav hemû xelkê de qedrê wan dihat girtin. Û Xudan jî roj bi roj hejmara yên xilasbûyî zêdetir dikir.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00