¹² Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê bi min bîne, karên ku ez dikim, ew bi xwe jî wê bike. Ewê yên hê mezintir jî bike, çimkî ez diçim ba Bav. ¹³ Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe. ¹⁴ Eger hûn bi navê min tiştekî ji min bixwazin, ezê wî bikim.
¹² Gelek nîşan û karên mezin bi destê Şandiyan di nav gel de dihatin kirin. Hemû bi hev re li Eywana Silêman diciviyan. ¹³ Lê ji yên din tu kesî nediwêrî ku beşdarî wan bibe, lê heçî xelk bûn, pesnê wan didan. ¹⁴ Hê gelek jin û mêrên ku bawerî bi Xudan anîn, beşdarî wan bûn. ¹⁵ Wisa ku xelkê nexweşên xwe derdixistin kuçeyan, ew li ser doşek û şeltan vedizelandin, da ku gava Petrûs derbas bibe, qet nebe siya wî bikeve ser hinekan. ¹⁶ Gelek mirov ji bajarên der û dora Orşelîmê jî civiyan, nexweş û yên ku ji ruhên nepak cefa dikişandin anîn, ew hemû jî sax bûn. ¹⁷ Serokkahîn û hemû yên bi wî re ku ji mezheba Sadûqiyan bûn, bi çavnebariyê tije bûn, ¹⁸ Şandî girtin û ew avêtin girtîgeha giştî. ¹⁹ Îcar bi şev milyaketekî Xudan deriyên zîndanê li wan vekir, ew derxistin derve û ji wan re got: ²⁰ «Herin, li Perestgehê rawestin û hemû peyvên vê jiyanê ji gel re bêjin.» ²¹ Çaxê wan ev bihîst, serê sibê zû ketin Perestgehê û dest bi hînkirinê kirin. Gava Serokkahîn û yên bi wî re hatin, wan gazî civîna giregiran, yanî hemû komela rihspiyên gelê Îsraêl kir ku bicivin, şandin girtîgehê pey wan, da ku wan bînin. ²² Lê gava ku parêzgerên Perestgehê çûn wê derê, wan ew di zîndanê de nedîtin. Hingê vegeriyan û gotin: ²³ «Me dît ku girtîgeh hişk girtiye û nobedar li ber derî rawestayî ne, lê gava me derî vekir, me kes li hundir nedît.» ²⁴ Îcar gava serwerê parêzgerên Perestgehê û serekên kahînan ev peyv bihîstin, tevlihev bûn, gotin: «Dawiya vê yekê wê çawa bibe?» ²⁵ Hingê yek hat û ji wan re got: «Va ye, ew zilamên ku we xistibûn zîndanê, li Perestgehê radiwestin û xelkê hîn dikin!» ²⁶ Li ser vê yekê serwer bi parêzgerên Perestgehê re çû û ew anîn; lê ne bi zorê, çimkî ew ji gel ditirsiyan, digotin: «Wê me bidin ber keviran.» ²⁷ Çaxê wan ew anîn, ew li ber civîna giregiran dan rawestandin. Serokkahîn ji wan pirsî û ²⁸ got: «Me hişk li we emir kir ku hûn bi vî navî hîn nekin, lê va ye, we Orşelîm bi hînkirina xwe tije kir û hûn dixwazin xwîna vî mirovî bixin ser me.» ²⁹ Lê Petrûs û Şandiyên din bersîv dan û gotin: «Divê em ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00