²³ Çimkî ya ku min ji Xudan stand min spart we: Şeva ku Xudan Îsa dan dest, wî rahişt nên, ²⁴ piştî ku şikir kir, şikand û got: «Ev bedena min a ji bo we ye. Ji bo bîranîna min vê bikin.» ²⁵ Bi vî awayî jî piştî xwarina şîvê wî rahişt kasê û got: «Ev kas Peymana Nû ya bi xwîna min e. Her cara ku hûn vexwin, ji bo bîranîna min vê bikin.» ²⁶ Çimkî her cara ku hûn vî nanî bixwin û vê kasê vexwin, heta ku Xudan bê, hûn mirina wî didin zanîn. ²⁷ Ji ber vê yekê, kî ku bi awayekî nehêja, nên bixwe, an ji kasa Xudan vexwe, ew li hember beden û xwîna Xudan sûcdar dibe. ²⁸ Îcar bila mirov xwe bi xwe hêre bike û piştre ji nên bixwe û ji kasê vexwe. ²⁹ Çimkî yê ku dixwe û vedixwe eger bedenê ferq neke, bi xwarin û vexwarinê xwe bi xwe dadbar dike. ³⁰ Ji ber vê yekê gelek ji we nexweş û lewaz in û hin jî mirine. ³¹ Lê eger me xwe bi xwe hêre bikira, em nedihatin dadbarkirin. ³² Lê gava ku dîwana me bê kirin, ji bo ku em bi dinyayê re sûcdar dernekevin, em ji aliyê Xudan ve tên terbiyekirin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00