¹ Eger cesaretdaneke bi Mesîh, handaneke ji hezkirinê, hevpariyeke we bi Ruh, hezkirineke ji dil û dilovaniyek heye, ² şahiya min temam bikin. Bila fikra we yek be, eynî hezkirina we hebe, fikra we û dilê we yek be. ³ Tu tiştî bi hevrikiyê an bi pesindana pûç nekin. Lê bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire. ⁴ Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre. ⁵ Bila ew fikirîn bi we re hebe, ku bi Mesîh Îsa re jî bû: ⁶ Bi ser ku ew di xasîtiya Xwedê de bû jî, Wî wekheviya bi Xwedê re xenîmetek hesab nekir. ⁷ Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist, Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan, Di şiklê mirovan de xuya bû. ⁸ Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê, Heta çû mirina li ser xaçê. ⁹ Ji bo vê yekê Xwedê ew gelek bilind kir Û navê di ser her navî re da wî. ¹⁰ Da ku bi navê Îsa, Hemû yên li ezmên, li erdê û di bin erdê de, Herin ser çokan ¹¹ Û ji bo rûmeta Bav Xwedê, Her ziman eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh Xudan e.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00