¹ Hingê Îsa ji elaletê û ji şagirtên xwe re got: ² «Şerîetzan û Fêrisî li ser kursiyê Mûsa rûdinin. ³ Loma her tiştê ku ji we re dibêjin, bikin û bînin cih. Lê li gor kirinên wan nekin, çimkî ew dibêjin û nakin; ⁴ barên giran û hilgirtina wan zehmet girêdidin û datînin ser pişta mirovan, lê ew bi xwe naxwazin ji bo rakirina wan baran tiliya xwe jî bilebitînin. ⁵ «Hemû tiştên ku dikin ji bo dîtina mirovan e. Bazbendên xwe pehn dikin û rêşiyên kirasên xwe dirêj dikin. ⁶ Di ziyafetan de ji cihên jorîn, li kinîştan jî ji kursiyên pêşî hez dikin. ⁷ Hez dikin ku di sûkan de silav li wan bê kirin û ji aliyê xelkê ve jî bi awayê ‹ya mamoste› bên gazîkirin. ⁸ Lê bila ji we re nebêjin ‹mamoste›, çimkî Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne. ⁹ Û li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, Bavê ezmanî ye. ¹⁰ Ne jî bila kes ji we re bêje ‹rêber›, çimkî Rêberê we yek e, Mesîh e. ¹¹ Di nav we de yê herî mezin bila bibe xizmetkarê we. ¹² Çimkî kî xwe bilind bike, wê nizim bibe û kî xwe nizim bike, ewê bilind bibe.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00