¹ Gotina Xudan ji min re hat û got: ² “Ya kurê mirovan, li dijî şivanên gelê Îsraêl pêxemberiyê bike. Ji wan şivanan re pêxemberiyê bike û bêje: ‘Reb Xudan wiha dibêje: Wey li wan şivanên gelê Îsraêl ku xwe diçêrînin! Ma ne divê şivan pêz biçêrînin? ³ Hûn bêz dixwin, hiriyê li xwe dikin û pezê dermale serjê dikin. Hûn şivantiya pêz nakin! ⁴ We qels xurt nekirin, şifa neda nexweşan û birîndar derman nekirin. We averêbûyî venegerandin û hûn li windabûyiyan negeriyan. Lê we bi zor û dijwarî serweriya wan kir. ⁵ Herwiha ji ber ku şivan tunebû, ew belav bûn û ji heywanên çolê re bûn xurek. ⁶ Pezê min belav bû û li ser her çiyayî û girê bilind averê bû. Pezê min li seranserê dinyayê belav bû û kesê li wan bigere û pirsa wan bike tunebû. ⁷ “‘Loma şivanno! Guh bidin gotina Xudan! ⁸ Gotina Reb Xudan ev e: Ez bi serê xwe kim, ji ber ku şivan tunebû, pezê min hat talankirin û ji hemû heywanên çolê re bû xurek. Şivanên min li pezê min negeriyan. Wan pezê min neçêrand. Bi tenê xwe çêrandin! ⁹ Loma şivanno! Guh bidin gotina Xudan! ¹⁰ Reb Xudan wiha dibêje: Va ye ez li dijî şivanan im. Ezê hesabê pezê xwe ji wan bipirsim û êdî nehêlim şivantiya wan bikin. Êdî wê şivan xwe neçêrînin. Ezê pezê xwe ji devê wan rizgar bikim ku nebin xwarina wan. ¹¹ “‘Çimkî Reb Xudan wiha dibêje: Ezê bi xwe li pezê xwe bigerim û pirsa wan bikim. ¹² Çawa ku şivan li pezê xwe yên belavbûyî digere, ezê jî wisa li pezê xwe bigerim. Ezê wan ji hemû derên ku di rojeke ewr û taristaneke kûr de belav bûbûn rizgar bikim. ¹³ Ezê wan ji nav miletan derînim, ji nav welatan bicivînim û bînim axa wan. Ezê li çiya û newalên welatê Îsraêl, li hemû derên welêt ên avadan de biçêrînim. ¹⁴ Ezê wan li mêrgên baş biçêrînim. Wê çêregeha wan çiyayên bilind ên welatê Îsraêl be. Wê li wir di çêregehên baş de bimexelin û li ser mêrgên xweş ên çiyayên welatê Îsraêl biçêrin. ¹⁵ Ezê bi xwe şivantiya pezê xwe bikim û ezê wan bimexelînim. Ev e gotina Reb Xudan. ¹⁶ Ezê li windabûyiyan bigerim û averêbûyiyan vegerînim. Ezê birîndaran derman bikim û qelsan xurt bikim. Lê ezê têr û hêzdaran tune bikim û bi edaletê biçêrînim.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00