¹ «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hevşiya miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e. ² Lê yê ku di derî re dikevê, ew şivanê miyan e. ³ Dergehvan jê re derî vedike. Mî dengê wî dibihîzin û ew bi navê miyên xwe gazî wan dike û wan derdixe derve. ⁴ Dema ku ew hemû miyên xwe derdixe derve, dide pêşiya wan û mî jî li pey wî diçin, çimkî dengê wî nas dikin. ⁵ Ew tu caran li pey yekî xerîb naçin, lê ji wî direvin, çimkî dengê xerîban nas nakin.» ⁶ Îsa ev mesele ji wan re got, lê wan fêm nekir ku ew çi ji wan re dibêje. ⁷ Li ser vê yekê Îsa dîsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ez deriyê miyan im. ⁸ Hemû yên ku beriya min hatine diz û rêbir in, lê miyan guhdariya wan nekir. ⁹ Derî ez im; yê ku bi destê min bikeve hundir, ewê xilas bibe. Ewê bikeve hundir, jê derkeve û çêrê bibîne. ¹⁰ Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe. ¹¹ «Ez şivanê qenc im. Şivanê qenc ji bo miyan canê xwe dide. ¹² Yê ku bi peran hatiye girtin û ne şivan e, kesê ku ne xwediyê miyan e, dema ku dibîne gur tê, miyan dihêle û direve. Gur jî li wan dixe û wan belav dike. ¹³ Ew direve, çimkî ew bi peran hatiye girtin û xema miyan naxwe. ¹⁴ Ez şivanê qenc im. Ez ên xwe nas dikim û yên min jî min nas dikin, ¹⁵ wek ku Bav min nas dike û ez jî wî nas dikim. Ez ji bo miyan canê xwe didim. ¹⁶ Miyên min ên din ên ku ne di vê hevşiyê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim û ewê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û keriyek. ¹⁷ Bav ji ber vê yekê ji min hez dike, çimkî ez jiyana xwe didim, da ku ez wê dîsa bistînim. ¹⁸ Tu kes wê ji min nastîne, lê ez jiyana xwe ji ber xwe didim. Ez dikarim jiyana xwe bidim û dikarim dîsa bistînim jî. Min ev emir ji Bavê xwe stand.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00