¹ Îcar ez yê ku di ber Xudan de girtî me, ez ji we hêvî dikim ku hûn di jiyana xwe de bi awayê ku hêjayî gazîkirina we ye, rêve herin. ² Di hezkirinê de bi hemû nefsbiçûkî û nermiyê bi bîhnfirehî hevdû ragirin. ³ Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin. ⁴ Wek ku Xwedê hûn gazî yek hêviyê kirine, beden yek e, Ruh yek e ⁵ Xudan yek e, bawerî yek e, imad yek e. ⁶ Xwedê yek e, bavê hemûyan e; ew di ser hemûyan re ye, bi hemûyan re ye û di nav hemûyan de ye. ⁷ Û li gor pîvana diyariya Mesîh ji her yekî ji me re kerem hat dayîn.
¹¹ Wî bi xwe diyarî da, ku hinek bibin Şandî, hinek pêxember, hinek mizgînvan, hinek jî şivan û mamoste, ¹² da ku yên pîroz ji bo xebata xizmetkirinê bên rapêçan û bedena Mesîh bê avakirin ¹³ heta ku em hemû bigihîjin yekîtiya bawerî û naskirina Kurê Xwedê û bibin mirovê gihîştî, bigihîjin pîvana bejna Mesîh a temam û tije. ¹⁴ Da ku êdî em nebin zarokên ku bi pêlan vir ve û wê ve tên kişkişandin, li ber her bayê hîndariya mirovên xapînok diçin û bi qurnaziya hîlekariyên wan ji rê derdikevin. ¹⁵ Lê em bi hezkirinê rastiyê bêjin, di her tiştî de ber bi wî ve mezin bibin ku serî ew e, Mesîh e. ¹⁶ Bi wî hemû beden hevdû digire û bi alîkariya her movikê girêdayî ye; bi wî her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00