¹⁷ Pawlos ji Mîletosê xeber şand Efesê û rihspiyên civînê gazî ba xwe kirin. ¹⁸ Çaxê ew hatin ba wî, wî ji wan re got: «Hûn bi xwe dizanin, ji roja pêşî ve gava ku min lingê xwe avêtiye herêma Asyayê heta niha, ez çawa di nav we de rabûm û rûniştim. ¹⁹ Min bi hemû dilnizmî û bi hêstirên çavan di nav wan ceribandinên ku ji gêrûfenên Cihûyan hatin serê min, ji Xudan re xizmet kir. ²⁰ Min xwe ji gotina tu tiştên ku ji bo we kêr tên neda paş, lê min hem bi eşkereyî hînî we kir û hem jî ez mal bi mal geriyam. ²¹ Min hem ji Cihû û hem ji miletên din re şahidî kir ku li Xwedê vegerin û baweriyê bi Xudanê me Îsa bînin. ²² Û va ye, niha ez bi daxwaza Ruh girêdayî diçim Orşelîmê û ez nizanim li wir wê çi bê serê min. ²³ Bi tenê ez dizanim ku Ruhê Pîroz li her bajarî ji min re şahidiyê dike ku zincîr û tengahî li benda min in. ²⁴ Lê belê ez tu qîmetê nadim xwe bi xwe; armanca min bi tenê ev e ku ez berpirsiyariya xwe û wê xizmeta ku min ji Xudan Îsa standiye bînim serî, ku ez şahidiya Mizgîniya kerema Xwedê bikim. ²⁵ «Va ye, ez dizanim, hûn hemû yên ku ez di nav we de geriyam û min Padîşahî da bihîstin, êdî hûn rûyê min nabînin. ²⁶ Ji ber vê yekê di roja îro de ez ji we re şahidiyê dikim ku ez ji xwîna her kesî bêrî me. ²⁷ Çimkî min xwe neda paş, min hemû daxwaza Xwedê ji we re got. ²⁸ Îcar hay ji xwe û ji hemû keriyê ku Ruhê Pîroz hûn di nav de kirine çavdêr, hebin. Şivantiya civîna bawermendan a Xwedê bikin a ku wî bi xwîna Kurê xwe bi dest xistiye. ²⁹ Ez dizanim piştî çûyîna min, gurên har ên ku ber kerî nakevin, wê bikevin nav we. ³⁰ Heta ji nav we bi xwe jî zilam wê derkevin û tiştên xwarûvîç bêjin, da ku şagirtan li pey xwe bibin. ³¹ Ji ber vê yekê hişyar bimînin, ji bîr nekin ku sê salan bi şev û bi roj, bi hêstirên çavan min dev ji hişyarkirina her yekî ji we berneda. ³² Û niha ez we dispêrim Xwedê û peyva kerema wî. Ew peyv dikare we ava bike û di nav hemûyên ku hatine pîrozkirin de mîrasê bide we. ³³ Min çav neda zîv an zêr an cilên tu kesî. ³⁴ Hûn bi xwe dizanin ku ev destên ha hem ji bo hewcedariya min û hem jî ji bo hewcedariyên wan ên ku bi min re ne xebitîn. ³⁵ Min di her tiştî de nîşanî we da, ku divê em bi vî awayî gelek bixebitin û alîkariya lewazan bikin û peyvên Xudan Îsa bînin bîra xwe; wî bi xwe digot: ‹Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e.›» ³⁶ Piştî ku ev tişt gotin, ew bi hemûyan re çû ser çokan û dua kir. ³⁷ Hemû gelek giriyan, xwe avêtin stûyê Pawlos û ew ramûsan. ³⁸ Hê bêtir ji ber wê peyva ku wî gotibû: «Êdî hûn rûyê min nabînin» keder girtin. Piştre ew birin heta ba gemiyê û bi rê kirin.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00