¹ Ji bo vê yekê birano, ez ji ber rehma Xwedê ji we hêvî dikim ku hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna we ya ruhanî ev e. ² Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye. ³ Ez bi wê kerema ku ji min re hatiye dayîn ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê li her kesî leva kiriye, bi sergiranî bifikire. ⁴ Çimkî wek ku di bedena me de gelek endam hene û karê hemû endaman cihê ye, ⁵ wisa jî em ên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endamên hev in. ⁶ Û li gor kerema ku ji me re hatiye dayîn, diyariyên me yên cihê hene. Eger diyariya yekî pêxemberîtî ye, bila li gor pîvana baweriyê bike. ⁷ Eger xizmet e, bila xizmetê bike; eger mamoste ye, bila hîn bike. ⁸ Eger şîretkar e, bila şîretkariyê bike. Yê ku dide, bila bi merdî bide. Yê ku serweriyê dike, bila bi xîretkêşî bike. Yê ku dilovaniyê dike, bila bi rûgeşî bike. ⁹ Bila hezkirin bê durûtî be. Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin. ¹⁰ Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin. ¹¹ Di xîretkêşiyê de sist nebin, di ruh de kelegerm bin, ji Xudan re xizmetê bikin. ¹² Di hêviyê de şa bin, di tengahiyê de sebir bikin, di duayê de bi xîret bin. ¹³ Ji hewcedariyên pîrozan re alîkar bin, xwe bidin mêvanperweriyê. ¹⁴ Yên ku tengahiyê didin we, ji wan re qenciyê bixwazin; qencîxwaz bin û nifiran li wan nekin. ¹⁵ Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn. ¹⁶ Li hember hev hemfikir bin. Ne pozbilind bin, lê bi yên ku kêm tên dîtin re, hevaltiyê bikin; xwe zana nebînin. ¹⁷ Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin; lê li ber hemû mirovan hay ji kirina tiştên qenc hebin. ¹⁸ Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin. ¹⁹ Hezkirîno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê. Çimkî hatiye nivîsîn: «Heyfhilanîn ya min e. Xudan dibêje: ‹Ezê bergîdana wê bidim.›» ²⁰ Lê belê: «Eger dijminê te birçî ye, xwarinê bidê; tî ye, avê bidê. Çimkî bi kirina vê yekê, tê pelên êgir bi serê wî de kom bikî.» ²¹ Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00