⁵ Min ji bo vê yekê tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmahiyan sererast bikî û wek ku min ji te re gotiye tu di her bajarî de rihspiyan rakî. ⁶ Divê rihspî bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, zarokên wî bawermend bin û navê wan bi bêedebî û bi neguhdarî derneketibe. ⁷ Çimkî çavdêrekî ku şahneyê Xwedê be, divê bêqusûr be, xwe dernexe pêş, zû hêrs nebe, ne bindestê şerabê be, ne zordar be, li pey qezenca ne rast nekeve; ⁸ lê divê mêvanperwer be, xêrxwaz be, sergiran be, dadperwer be, pak be, bikare nefsa xwe, ⁹ ji dil û can wek ku hatiye hînkirin, bi peyva dilsoz ve girêdayî be; da ku hem di hîndariya saxlem de perwerdekar be û hem jî bikare şaşiyên ên ku li hember derdikevin derew derxe.
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00