³⁵ Bi berbangê re, serê sibê zû Îsa rabû û derket, çû cihekî bêpêjin û li wir dua kir.
¹⁶ Lê wî xwe dida çolê û dua dikir.
¹² Di wan rojan de Îsa çû çiyê, da ku dua bike. Wî tevahiya şevê bi duakirina li ber Xwedê derbas kir.
³⁸ Û gava ew bi riya xwe ve diçûn, Îsa ket gundekî. Û jineke ku navê wê Merta bû, ew qebûl kir mala xwe. ³⁹ Xwişkeke wê jî hebû ku navê wê Meryem bû. Ew jî li ber lingên Xudan rûniştibû û guhê xwe dida gotina wî. ⁴⁰ Lê Merta bi gelek tiştan ve pirr mijûl dibû. Ew hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, ma tu xema xwe jê naynî ku xwişka min ez di kar de bi tenê hiştime? De jê re bêje ku ew alî min bike.» ⁴¹ Xudan lê vegerand û got: «Merta, Merta, tu xema gelek tiştan dixwî û xwe bi wan reht dikî, ⁴² lê tiştek bi tenê lazim e. Meryem ew para qenc ji xwe re bijartiye û ew ji wê nayê standin.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00