²³ Û wî ji hemûyan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila ew xwe înkar bike, her roj rahêje xaça xwe û li pey min bê. ²⁴ Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê xilas bike. ²⁵ Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê ew xwe bi xwe winda bike, an ziyaneke mezin bigihîne xwe, çi feyda wî heye? ²⁶ Û kî ku ji ber min û gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî gava ku bi rûmeta xwe, ya Bavê xwe û ya milyaketên pîroz ve bê, wê ji ber wî kesî şerm bike.
⁵⁷ Çaxê ew rêve diçûn, yekî jê re got: «Tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.» ⁵⁸ Îsa jê re got: «Kunên roviyan û hêlînên teyrên ezmanan hene, lê cihek tune ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.» ⁵⁹ Wî ji yekî din re got: «Li pey min were!» Lê wî got: «Ezbenî, destûrê bide min, ku ez pêşî herim bavê xwe veşêrim.» ⁶⁰ Îsa jê re got: «Bihêle, bila mirî miriyên xwe veşêrin, heçî tu yî, tu here û Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bide!» ⁶¹ Yekî din jî got: «Ya Xudan, ezê li pey te bêm, lê pêşî destûrê bide min, ku ez xatirê xwe ji maliyên xwe bixwazim.» ⁶² Îsa jê re got: «Çi kesê ku destê xwe deyne ser halet û paş ve binêre, ew ne hêjayî Padîşahiya Xwedê ye.»
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005. Text: © United Bible Societies, 2005 Audio: ℗ 2009 Hosanna
0:00
0:00